Efrîn kirin warê DAIŞ'ê 2021-03-17 11:55:50   RIHA - Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî bajarê Efrînê şer da destpêkirin û di 18'ê Adarê de gelê Efrînê ji ber êrîşa tang, top û balafirên şer neçar man ku bajarê Efrînê vala bikin. 3 sal di ser şer re derbas bûn. Lê hêj TSK û OSO/MSO  ji axa Efrînê derneketine. Rojnameger Sozda Oremar, diyar kir ku Tirkiye Efrîn ji bo DAIŞ'ê kiriye wekî bajarê Reqqayê. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, anî ziman ku li Efrînê hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin."    Tirkiye, di 20'ê Çileya 2018'an de bi TSK û OSO/MSO) li dijî Efrînê şer dabû destpêkirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), 58 rojan li dijî êrîşên TSK'ê li ber xwe da û Efrîn parast. Lê piştî 58 rojan di 18'ê Adarê de ji ber êrîşên tang, top û balafirên şer gelê Efrînê neçar ma ku Efrînê vala bike. Ji ber TSK'ê bi balafirên şer bajar bombe kir gel bajar vala kir. Bajarê Efrînê ku berê bajarê aborî, perwerde, demokrasî û bajarekî reng û baweriyan bû, piştî êrîşan talan û wêran bû. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî dagirkeriya TSK-OSO/MSO, talankirin, werankirin, xerakirin û kuştin pir zêde bû. Niha Tirkiye yekineyên hêzên biyanî li wir bi cih dike. Navê saziyan diguherîne û dibistanên xwe li wir ava dike. Rêxistina Mafên Mirovan di 30'ê Çileya 2021'an de daneyên 3 salan parve kir. Li gorî van daneyan di êrîşan de 613 kesan ji ber êrîşên Tirkiye û yekîneyên girêdayî Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 498 kes jî di êrîşa bombeyan de jiyana xwe ji dest dabûn. 82 kes piştî hatibûn binçavkirin bi îşkenceyê hatibûn kuştin. Di êrîşan de 303 zarok û 213 jin bi giştî 730 kes birindar bûn. Di nava 3 salan de li Efrînê hezar jin 7 hezar kes hatin revandin. Gelek kesên hatin revandin ji bo pere ji malbatên wan bistînin aqûbeta wan nediyar e. Niha jî 75 jin hatin qetilkirin û 69 jin bi tecawizê re rû bi rû man û aqûbeta wan nayê zanîn.    DEMOKRAFÎYA BAJAR HAT GUHERTIN   Efrîn ku beriya êrîşê ji sedî 90 nifûsa bajêr Kurd bû, piştî êrîş û dagirkeriyê nexxeya demokrafîk hat guhertin. Piştî yekîne û Komên girêdayî Tirkiye ketin Efrînê nêzî 300 hezar welatiyên Efrînê bajar terk kirin û koç kirin. Welatiyên Efrînê koçî Şahbayê kirin. Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê piştî ketin Efrînê komên selefî ji Idlib, Hama, Humus, Guta, Lazkiye anîn li Efrînê bi cih kirin. Nêzî 400  hezar kesên ji bajarên der û dorê anin li malên Kurdan bi cih kirin.    ARMANC DIKIN KU BIKIN BAJARÊ TIRKAN    Li dibistanan dersên Tirkî kirin mecbûrî û perwerdehi bi zimanê Tirkî tê dayîn. Navê kolan û taxan kirin Tirkî. Navê qada Azadî kirin "Ataturk Meydanı", navê Duriyana Newrozê kirin "Selahattin Kavşagı", Navê Qada Kawayê Hesinkar kirin "Zeytin Dalı Meydanı" û Navê Gundê Qestel Miqdat kirin "Selçuk Obası", navê Gundê Kûtana kirin "Zafer Obası" navê Gundê Kurzêlê kirin "Cafer Obası". Li gelek gund û wargehan ala Tirkiye û posterê mezin ê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan daliqandin.    64 DIBISTAN XERA KIRIN   Piştî TSK û OSO ketin Efrînê dibistanên ku berê cihê perwerdehiya zanistî bû, xerakirin. Li gorî Komîteya Pererde û Hîndekariya Efrînê TSK'ê li Efrînê 64 dibistan xera kirin. Beriya êrîşê li van dibistanan 50 hezar û 855 xwendekar hebûn. Piştî êrîşê13 hezar xwendekaran koçî Şahbayê kirin. Piştî êrîşan Zanîngeha Efrînê jî di navde hemû saziyên perwerdehiyê hatin girtin. Amûr û pirtûkên bi Kurdî hatin rakirin. Li şûna wan dersên bi Tirkî û Erebî zêde kirin.    QADÊN ÇAND Û ABORIYÊ TALAN KIRIN   TSK û MSO-OSO pişti ketin Efrînê ewil warên dirokî, çandî û aborî kirin hedef. War û berhemên ku di lîsteya UNESCO de hebûn kirin hedef. Şikefta Duderî, Parastgeha Marmaron ya Cûhiyan û gelek warên dîrokî û çandî kirin hedef û talan kirin. Li bajarê Efrînê ku 20 milyon darên zeytûnan heye, teytûn û teyt desteser kirin. Zeytûnên ji Efrînê anîn piştre firotin Îspanya, DYA û Almanyayê. Dîsa nêzî 314 hezar û 400  darên zeytûnan birîn û 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin.      Rojnameger Sozda Oremar ku li herêmê rojnamegeriyê dike û Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Ajansa me ya  Mezopotamya (MA) re axivîn. Oremar û Şêxo bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li dijî talankirinû wêrankirinê.    Rojnameger Sozda Oremar, anî ziman ku komên paramiliter ên Tirkiye piştgiriyê dide wan, armanc kirin ku êrîşî hişê “Neteweya demokratik" bikin û wiha got: Efrîn beriya êrîşan ji bo hemû mirovan warê parastin û jiyanê bû. Bi sed hezaran mirovên ji berê Sûriye reviya bûn hatibûn li Efrînê bi cih bûbûn. Nêzî 1 milyon mirov li Efrînê di nava aramiyê de dijiyan. Lê Tirkiye di 20'ê Çileya 2018’an bi 72 balafirên şer û çekên giran êrîşî Efrînê kir. Armanca vê êrîşê talankirin, wêrankirin û dagirkerî bû. 3 salin ev yek xuya dibe. Di nava 3 salan de demografiya Efrînê guhertin. Berîya dagirkeriyê Efrîn cihekî pir xweş bû.    ‘EFRÎN BAJARÊ JINÊ BÛ'   Oremar, anî ziman ku berê Efrîn bajarê jinê bû û wiha got: "Beriya dagirkeriyê Efrîn bajarê jinê bû. Bajar bi rengê jinê hatibû neqişandin. AKP'ê dijminantiya li dijî jinê li Efrînê nîşan da. Piştî Efrîn dagir kirin, her roj jin tên tecawizkirin û qetilkirin. Gelek jin êdî nikarin derkevin kolanan. Çeteyên Erdogan bi hovîtî êrîş dike. Tenê ji ber nasnameya Kurd tên tecawizkirin û qetilkirin. Piştî Tirkiye ket Efrînê kirin Mîna Reqqayê. Kirin warê DAIŞ'ê. Tirkiye Efrîn ji bo DIAŞ'ê kir wekî Reqqayê. Niha Efrîn ji bo jinan bûye dojeh. Her roj jin tên qetilkirin û tecawizkirin."      Oremar, da zanin ku li Cerablus, Bab, Ezaz, Serêkanî û Girê Spî jî heman hovîtî tên kirin û wiha bi dawî kir: "Li gel ev binpêkirin û hovîtî bi belgeyan hatiye tespîtkirin jî dîsa sazî û rêxistinên navneteweyî li dijî van geşedanan bêdeng dimînin. Şaxa Kongreya Star Efrînê bi belgeyan bal kişand ser qetilkirina jinên li Efrînê. Jinên bi êrîşan re rû bi rû dimînin tev jinên Kurd in. Jinên li Şahba xwe bi rêxistin kirine. Di nava çi şertên dijwar de bijîn jî dîsa bi biryar têkoşîna xwe berdewam dikin. Gelê Efrînê 3 salin di şertê dijwar de li Şehba li ber xwe didin. Dîsa ji bo vegerin Efrînê di nava hewldan û têkoşînekê de ne."    'MAF DI BIN PÎYAN DE NE'    Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo jî anî ziman ku li Efrînê hemû mafên mirovan hatiye binpêkirin û wiha got: "Ne tenê li dijî mirovan êrîş heye. Tenê mafên miron nayê binpêkirin. Mafe dar û beran ji tê binpêkirin. Piştî Efrîn dagir kirin, zêdeyî 300 hezar mirov bi zorê koçber bûn. Welatiyên koç kirin li Şehba, Halep, Cizîrê bi cih bûn. Li şûna wan nêzî 400 hezar Tirkmen û Ereb li malên Kurdan bi cih kirin. Bajarê ku berê nifûsa wî ji sedî 90 Kurd bûn, niha bûye ji sedî 20. Bi vê yekê demografiya bajar guhertin. Navê kolan û taxan guhertin.    Beriya şer li Efrînê aramî û azadî hebû. Lê piştî dagirkeriyê binpêkirina mafan, talankirin û wêrankirin heye. Li dijî binpêkirina mafan û bê hiqûqiyê, rêxistinên hiqûqê yên navdewletî erka xwe pêk neanîn. 3 sal borîn, lê hêj tu kes dengê xwe nakin. Bêdengiya li dijî vê bê hiqûqî û binpêkirina mafan şirîkatiya vê yekê ye. Divê demek berî demekê dagirkeriya Efrînê bi dawî bibe. Divê hemû kesên koç kirine dîsa li cih û warên xwe vegerin."    MA / Emrullah Acar - Bariş Polat