Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye 2021-03-17 09:07:13 WAN - Nivîskar, mamoste û siyasetmedarên ku îmze danîn bin kampanyaya ji bo zimanê kurdî gotin: "Ev berpirsiyarî ya me hemûya ye. Divê hemû gel piştgiriya vê kampanyayê bikin."  Komîsyona Ziman a 21'ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî ve hatibû avakirin, di 22'yê Sibatê de ji bo kurdî bibe zimanê zikmakî û zimanê fermî kampanyayek îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 15'ê Gulanê dewam bike. Mamoste, nivîskar, siyasetmedar û welatî ji bo mezinbûna kampanyayê bang kirin.    DIVÊ GEL PIŞTGIRIYÊ BIKIN    Mecît Kanat got: "Gelê kurd ji bo zimanê xwe bi salan e bedêlan dide ûtêdikoşe. Kampanya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî, kampanyayeke girîng e. Lewma tenê ne gelê kurd, divê gelên din jî piştgiriya kampanyayê bikin."    BERPIRSIYARÎ A HER KESÎ YE    Mamosteyê kurdî Serdar Balci jî xwest her kes piştgiriya kampanyayê bike û got: "Ji dibistana seretayî heya dibistana navîn, ji bo 'bibim tirk' hezar û 686 caran min dane sondê. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin min îmze danî bin kampanyayê. Êdî bes e. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê em xwedî li vî zimanî û kampanyayê derkevin. Berpirsiyarî ya me hemûya ye."    BANG LI JINAN KIR    Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Kiye jî destnîşan kir ku kampanya li dijî "yek ziman, yek reng û yek çandê" ye û kampanyeyeke girîng e û got: "Beriya her tiştî min li dijî tekparêziyê îmze danî bin kampanyayê." Kiye, diyar kir ku polîtîkayên asîmlasiyonê herî zêde li dijî jinan û zarokan tên kirin û ji ber ku zarokên kurd di 5 saliya xwe de ji zimanê xwe tên dûrxistin, vê yekê wekî "îşkenceyê" bi nav kir. Kiye, Fatma Altinmakas a ku li Milazgirê zilamê pê re zewicandîbû ew kuşt bibîr xist û diyar kir ku ji ber ku wergêr tune bûye îfadeya wê baş nehatiye girtin. Kiye got: "Ev îşkence êdî bi awayekî fizîkî tê kirin. Lewma bi taybetî divê jin xwedî li vê kampanyayê derkevin."    BERPIRSIYARIYA SIYASETÊ    Nivîskar Xalid Sadinî jî destnîşan kir ku divê siyasetmedar di vî warî de hîn bêtir berpirsiyariyê hilgirin ser xwe û got: "Siyaseta kurd, di warê zimên de divê hîn bêtir hesas be. Xebatên di vî warî de dê ji aliyê gel ve jî bên rexdîrkirin. Her wiha dê xebatên li ser vî esasî kurdan jî bi yek bike."