Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin 2021-03-16 21:12:03   STENBOL - Li Avcilar û Uskudarê gelek kesan bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kir.    Li Taxa Yavûz Turk a navçeya Uskudara Stenbolê bi sedan kes agirê Newrozê vêxistin û li dor agir govend gerandin. Di dema govendgerandinê de dirûşmeyên "Silav silav hezar silav li Îmraliyê", "Bijî Newroz", "Newroz pîroz be", "Bijî berxwedana zindanan" û "Berxwedan jiyan e" hatin brezkirin.    Li Taxa Yeşîlkent a navçeya Avcilarê jî Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê nûnertiyek vekir. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci, Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu û gelek rêvebiriên navçeyê tevli merasîma vekirinê bûn. Di dema vekirinê de bi stranan û govendê Newroz hat pîrozkirin.