Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin 2021-03-16 16:37:15   WAN - Komîteya Amadekar a Newroza Wanê ji bo tevlibûna pîrozbahiya di 21’ê Adarê de pêk were li 4 navçeyan xebat birêve bir.    Komîteya Amadekar a Newroza Wanê xebatên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de roja yekşemê li ber Keleha Wanê were pîrozkirin, berdewam dike. Endamên Komîteya Amadekar îro li navçeya Westan, Payîzava, Qelqelî û Serayê yên Wanê serdana xelkê û esnafan kirin û banga tevlibûna pîrozbahiyê kirin.    Di serdanê de hat gotin divê îsal ji bo li qada Newrozê peyama azadî û aştiyê bide hikumetê her kes biherike qada Newrozê. Şêniyên navçeyan bi serdanê kêfxweş bûn û diyar kirin ku ew ê beşdarî Newrozê bibin.