Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin 2021-03-16 16:36:50   STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike kir.    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji ber îdiayên derbarê ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser medya civakî hatin parvekirin, serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike kir. Dayikan di çarçoveya “Xebatên Dîplomasiyê” de serdana Buroyê kir û ji parêzeran Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez wan pêşwazî kir.    Dayikan derbarê geşedanên serlêdana ji bo biçin Îmraliyê ji parêzeran pirs kirin. Parêzeran destnîşan kir ku heta niha tu bersiv ji wan re nehatiye. Dayikan derbarê geşedanên li Îmraliyê diqewimin de agahî ji parêzeran wergirtin.