Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e 2021-03-16 15:41:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP, ÎHD, TJA, DBP û gelek saziyên civakî di 33'emîn salvegera komkujiya Halebce de li gelek navendan daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Nûnerên rêxistinan anîn ziman ku komkujiya Helebce sedem e ku Kurd bibin yek. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Raşta Tiryakî anî ziman ji bo Hebebce sedema ku Kurd bibin yek e."    Rejîma Saddam Huseyîn di 16'ê Adara 1988'an de li Helebceyê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de herî kêm 6 hezar û 357 kesan jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes bi giranî birîndar bûn. Bi hezaran zarokên piştî komkujiyê ji dayik bûn an seqet çêbûn an jî nexweş ketin. Bi minasebeta 33'emîn salvegera komkujiya Helebce Rêxistinên HDP, ÎHD, TJA, DBP û gelek saziyên civakî li gelek navendan daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin.    AMED    Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê li Parka Xezal a Navçeyên Yenişehirê daxuyanî dan. Rêveberan di çalakiyê de pankarta "Me Helebce ji bîr nekir û em ji bîr nakin" vekirin. Wekîlê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Îrfan Sonerdaxuyanî da û komkujî şermezar kir.    Parlamentera HDP'ê Semra Guzel jî anî ziman ku 33 sal berê kurd bi bêhna sêvan qetil kirin û wiha got: "Ev komkujî ji bo Kurdan ne nû ye. Li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê gelek komkujî pêk hatin. Em baş dizanin ku yên li ser gelan komkujî kirine, bi destê gel têk çûne. Em bang li kesên dixwazin Kurdan tune bikin dikin. Kurd hene û dê her dem hebin. Em bi rêzdarî kesên li Helebceyê jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û em ê wan tu car ji bîr nekin."      ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê li avahiya Navçeya Navendî ya Êlihê komkujî şermezar kir. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryaki, Hevşaredara Êlihê ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin Songul Korkmaz, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên TJA,  meclîsa Ciwanan a HDP'ê amade bû. Di bernameyê de wekilê HDP'ê Ruştu Tiryakî axivî û anî ziman ku komkujiyên li dijî Kurdan sedema yekîtiyê ye û wiha got: "Gelê Kurd baş dizane ku van komkujiyan ji bîr bikin dê komkujiyên din pêş bikevn. Komkujî sedeme ku Kurd bibin yek. Helebce sedema Yekîtiya  Kurdan e."    ENQERE    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî weşand. ÎHD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku di operasyona Enfalê de 180 hezar- 210 hezar kurd hatine qetilkirin.      EDENE    Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Nûnerên DAD, ESP, Komeleya Mafan a Anadolu û rêveberên HDP'ê amade bûn. Rêveberê HDP'ê Taylan Çelik, anî ziman ku bi dehan caran daxwazên Kurdan ên aştî, azadî û demokrasiyê bi komkujiyan hatiye bersivandin û komkujî şermezar kir Rêxistina HDP'ê li Navçeya Ceyhanê jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir.      HATAY      Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Îskenderunê daxuşyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê yên Hatay û Îskenderûnê tev li daxuyaniyê bûn. Di bernameyê de wêne hatin daliqandin û Sinevizyona têkildarî komkujiyê hat pêşandan. Rêxistina HDP'ê ya Dortyolê jî bernameyek li dar xist û komkujî şermezar kir.      ANTALYA   Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Peykerê Attalosê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê li ser pacê reş qurnefil danîn û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Hevserokê HDP'a Antalyayê Muhsin Taşar, anî ziman ku ew komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.      MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku komkujiyên li Qamişlo û Halebce komkujiyên herî mezin ên li dijî Kurdan in û wiha got: "Ev komkujiyên bi hovîtî pêk hatine. Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye dewletên li ser bê edaletî û neheqiyê hatine avakirin, li dijî hêzên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin bi tundî û komkujiyan bersîv didin û wiha got: "Lê em ê li her derê tekoşîna azadî, aştî û edaletê bilind bikin."    STENBOL    Li Stenbolê jî xwendekarên Zanîngehê komkujiya Helebce û Beyazitê şermezar kirin û diyar kirin ku dê komkujiyê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Xwendekarên Zanîngehê li pêş Fakulteya Dermanvanî ya komkujî lê pêk hatiye daxuyanî dan. Xwendekaran di çalakiyê de pankarta “Me komkujiya 16'ê Adarê ji bîr nekir û em ji bîr nakin" û "Me 16'ê Adarê Beyazit Halebce nadin ji bîr kirin û nadin efûkirin." vekirin. Dîsa dowîzên “Efûkirina 16'ê Adarê ne pêkan e" û “Beyazit dê ji faşîzmê re bibe goristan" rakirin.    Li ser navê Piştevaniya Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Hivda Selen, daxuyanî da û komkujiya Beyazit û Helebce şermezar kir.    ÎHD: DIVÊ QATIL HESAB BIDIN   Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî daxuyaniyek nivîskî da û komkujî şermezar kir.