Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin 2021-03-16 14:47:19   STENBOL - Koordînasyona Saziyên Demokratîk têkildarî parvekirinên medya civakî yên derbarê Ocalan de daxuyanî da wiha bang kir: “Em dixwazin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re demildest hevdîtinê pêk bîne.”   Koordînasyona Saziyên Demokratîk ku Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) jî di nav de têkildarî parvekirinên medya civakî yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê daxuyanî da. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê (MATUAY-DER), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê beşdarî daxuyaniyê bûn.    TECRÎDA MUTLEQ BERDEWAM DIKE   Li ser navê Koordînasyona Saziyên Demokratîk Hevserokê MATUHAY-DER’ê Husnu Taş metna daxuyaniyê xwend û xwest ku demildest pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê bê vekirin. Taş bi bîr xist ku hevdîtina parêzeran a herî dawî  di 7’ê tebaxa 2019’an de hatiye kirin û wiha got: “Dîsa ji ber şewata li Girava Îmraliyê derket malbatan di 3’ê adara 2020’an de hevdîtin pêk anî. Pişt re malbatan di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber pandemiyê cara ewil hevdîtîna telefonê pêk anî. Rewşa niha ya li Îmraliyê dide nîşandan ku tecrîda mutleq a giran berdewam dike.”   Taş gotinên xwe wiha domandin: “Di demeke k tecrîda mutleq berdewam dike de di 14’ê adara 2021’an de li ser hin hesabên medya civakî derbarê jiyana Birêz Ocalan hin îdea avêtin holê. Îdîayên ku avêtin holê di raya giştî de fikarên asta herî jor de dane avakirin. Ji ber pêk neanîna sepandina hiqûqa navnetewî û qanûnên Tirkiyeyê niha ne pêkane îdîayên avêtine holê bên kontrolkirin. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya ji kontrolkirina malbat, parêzer, saziyên sivîl ên civakî, saziyên navnetewî û partiyên siyasî re girtî ye tê pêkanîn bê hiqûqî ye û bandorê li hemû civakê dike. Çalakiya grevê ya girtiyan ji 27’ê Mijdara 2020’an û vir ve daye destpêkirin û daxuyaniyên saziyên nav netewî bandora tecrîda heyî dide nîşandan.”   BILA HEVDÎTIN BÊ KIRIN   Taş destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê tên sepandin derveyî qanûnên netewî û navnetewî ne û got: “Pêkanîna tecrîda heyî vegeriyaye îşkenceyê. Daxuyaniyên derbarê Birêz Ocalan de li ser medya civakî hatin kirin me dixe nava fikaran de. Di vê astê de divê parêzer û malbat bi awayekî domdar li gorî qanûnan li Girtîgeha Îmraliyê  hevdîtinê bikin, mafê xwe yê hevdîtin û telefonê bê kemasî bikarbînin. Derbarê mijarê de em hemû saziyên rayedar vedixwînin ku peywîra xwe pêk bînin. Em weke saziyên demokratîk dixwazin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re demildest hevdîtinê pêk bîne. Dema hevdîtin hat kirin wê demê dê fikarên me ji holê rabin. Em daxuyaniyên Dozgeriya Bûrsayê têrker nabînin. Ji ber ku tu daxuyaniyên fikara me ji holê tune ne, Divê malbat û parêzerên wî demildest biçin Îmraliyê.”   DIVÊ QANÛN JI BO OCALAN JÎ BÊN SEPANDIN   Pişt re Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî diyar kir ku hevdîtina ku Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re bike sûcê mirovahiyê ye. Bûlût da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan hem li gorî hiqûqa netewî hem jî ya navnetewî sûce û wiha got: “Divê riya hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin. Qanûnên heyî divê ji bo Birêz Ocalan jî derbas bibin.” Bûlût, herî dawî bang kir ku beriya Newrozê hevdîtin bi Îmraliyê re bên kirin.   DIVÊ WEZARETA DADÊ MIJARÊ ZELAL BIKE   Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê Wezareta Dadê derbarê îdiayên Birêz Ocalan de daxuyaniyekê bide.