Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin 2021-03-16 13:27:50   STENBOL/ÎZMÎR - Komîteyên Amadekar ên Newroza Stenbol û Îzmîrê ji bo tevlibûna Newrozê bang li xelkê kirin.    Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li 30 bajar û 61 navçeyan tê pîrozkirin.    Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya dê di 20'ê adarê de li Yenikapiya Stenbolê were pîrozkirin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Bulut û Erdal Avci û endamên Komîteyê beşdarî civînê bûn.    Hevserokên HDP'a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci ji bo tevlibûna pîrozbahiya Newrozê bang li xelkê Stenbolê kirin û xwestin xelk bi ruhê Newrozên berê biherike qada pîrozbahiyê.    Her wiha Erdal Avci ji bo rewşa Abdullah Ocalan jî daxwaz kir ku rayedar daxuyaniyê bidin.    ÎZMÎR    Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê ya ji HDK, HDP, TJA, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tên ji bo amadekariyên Newrozê li avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Newroza Îzmîrê 20'ê adarê roja şemiyê wê li Meydana Gundogdûyê were pîrozkirin. Di civînê de Hevserokê HDP'a Îzmîrê Kadîr Baydûr daxuyanî da anî ziman ku Newroz rastiya gelê li ber xwe dide ye. Baydûr di arîfeya Newrozê de xwest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were û hevdîtin pêk were. Baydûr anî ziman ku ew di pêvajoyek krîtîk de Newrozê pîroz dikin û xwest xelkê Îzmîrê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.