Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn 2021-03-16 11:48:34   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh bi daxwaza hevdîtina lezgîn a bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dan. Heta niha bersiva serlêdanê nehatiye dayîn.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal duh têkildarî îdiayên li ser medya civakî hatin belavkirin ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, bi awayek lezgîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Dadê dabûn. Parêzeran daxwaz kiribû ku bi lezgînî Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Lê heta niha jî ne bi erênî û ne jî bi neyînî bersiva serlêdana parêzeran nehatiye dayîn.