Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn 2021-03-16 11:01:40   ŞIRNEX - Li herêma Bestayê ya Şirnexê, cerdevanan bi deh hezaran dar birîn.     Li herêma Bestayê ku dikeve navbera bajarokê Gundikêmelê ya navenda Şirnexê û bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê, cerdevanan bi deh hezaran dar birîn.  Hat angaştkirin ku cerdevan bi fermana Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê van daran dibirin. Tê gotin ku birîna daran di 5 rojên dawîn de zede bûne û li gundên Rîsor, Şerevan, Cemîller, Xirbekbesta, Toşemî û Deloşerê yên navçeya Qilebanê hê jî birîna daran didome.    Nehat hînbûn ku darên tên birîn dibin kuderê.