Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin 2021-03-16 09:07:20 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku dewlet xwestiye naveroka Newrozê vala bike û bi vî awayî gel xwedî lê derkeve, lê belê kurd berbayî vê lîstikê neketine û got: "Dewletê nikaribû Newrozê bi gelê kurd bide jibîrkirin."  Newroz, ligel hemû qedexe, tunehesibandin, tahde û komkujiyan û li gel hemû hewldanên dewletê yên pûçkirina naveroka wê ku xwest wê ji xwemaliya wê dûr bixîne û bi navê "Nevruz" wekî cejneke tirkan deklere bike jî, gelê kurd guh li pênase û tarîfên wê nekirin. Gelê kurd, çendî ku bedêla wê giran bû jî berbayî lîstikên dewletê neket û ji roja roj de wekî destkeftiyeke mezin, Newrozê bi awayê wê yê xwemal bênavber pîroz dike.    Îsal jî dê bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" dakeve qadan û Newrozê pîroz bike.    Nivîskarê pirtûka "Verîmlî Hîlal'de Însanligin Gelîşîmî ve Proto Kurd Kulturu” Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş, destnîşan kir ku dewlet xwestiye naveroka Newrozê vala bike û bi vî awayî gel xwedî lê derkeve, lê belê kurd berbayî vê lîstikê neketine û got: "Dewletê nikaribû Newrozê bi gelê kurd bide jibîrkirin."    ‘DEWLETÊ XWEST TUNE BIHESIBÎNE'    Ozguneş, anî ziman ku Newroz yek ji hebûniyên çandî ya herî biqîmet a gelê kurd e û gelê kurd bi sedan sal e pîroz dike. Ozgueş, bilêv kir ku dewlet bi sedan sal e hewl dide ziman, çand û nasnameya gelê kurd bi gelê kurd bide jibîrkirin û got: "Newroz, hem wekî sersalê, hem wekî yeksanîbûna şev û rojê, hem jî wekî cejna vejîn û azadiyê hat pîrozkirin. Lê helbet dewletê hewl dida vê tune bihesibîne. Lê ji ber ku nikaribû tune bihesibîne û pêşî li ber bigire, vê carê hewl da xwedî lê derkeve. Çû, koka wê spart Destana Ergenekonê."    ‘LÊ KURD BERBAYÎ VÊ LÎSTIKÊ NEKETIN'    Ozguneş, destnîşan kir ku dewletê hewl daye nava Newrozê vala û pûç bike û got: "Payebilindên dewletê, xwestin Newrozê ji xweseriya wê qut bikin. Ji Turkeş, Demîrel bigire heya bi Tansû Çîller xwestin nava wê vala û pûç bikin. Mesela, wê veguherandibû seansên teatral ên wekî kutana hesin. Dewletê xwest Newrozê bike malê xwe. Armanc, ne pîroz kiribûn, armanc dixwest xwedî lê derkeve û bi vî awayî gelê kurd jê dûr bixîne. Lê belê gelê kurd berbayî vê lîstikê neket."    Ozguneş, diyar kir ku hin şexsiyetên payebilind ên fermî ên dewletê, bi telîmatan Newroz pîroz kirine, lê ew jî bi kir nehatiye û got: "Gelê kurd her bi coş ew pîroz kir û dike. Dewletê nikaribû bi gelê kurd bide jibîrkirin û nikaribû bike malê xwe. Gelê kurd, her tim bi coşeke mezin li bendê ye û pîroz dike. Axirê bedêlên giran hatin dayîn. Lê dewletê nikaribû pêşî li ber vê coşa xwedîderketinê ya gelê kurd bigire. Car carinan şehadet çêbûn, qedexe hatin dayîn. Lê dîsa jî her diçe bi girseyeke hîn mezin tir û coşeke hîn mezintir xwedî lê tê derketin."   MA / Dîren Yûrtsever