Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye 2021-03-16 09:07:20 ENQERE - Aktivîsta mafên mirovan û feminîst Heîza Schuller, destnîşan kir ku ku ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk rakirina tecrîdê bivê nevê ye û ji bo vê jî divê YE ceza li Tirkiyeyê bibire.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 22 sal in li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ji ber vê li seranserê cîhanê mîtîng tên lidarxistin û tecrîd tê şermezarkirin. Parêzvana mafên mirovan û feminîst Heîza Schuller ku li Katalan a Spanyayê dijî, anî ziman ku felsefeya Ocalan, felsefeyeke xwedî roleke pir girîng e. Schuller, destnîşan kir ku ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk, divê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rakirina tecrîdê ceza li Tirkiyeyê bibire.    Schuller, bilêv kir ku piştî Şoreşa Rojavayê ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat, têkoşîna Ocalan nas kiriye û piştî vê dîtina wê ya derbarê bîrdoziya jinê kûrtir bûye. Schuller, diyar kir ku bîrdoziya azadiya jinê ya Ocalan nîşan daye ku ji bo jinan cîhaneke din pêkan e.    OCALAN Û FÊMKIRINA FELSEFEYA WΠ   Schuller, diyar kir ku ji bo ku mirov bîrdoziya Ocalan a derbarê jinê de fêm bike, divê mirov hay ji jiyana jinên kurd hebe û temasî jiyana wan bike û got: "Gava hûn xwe bera nava xebatên Ocalan didin, wê çaxê hûn fêm dikin ku bê çima rêberê tevgerê ye. Lê belê ewilî dibe ku ji ber ku rêberê vê tevgerê 'mêr' e, hûn fêm nekin. Ji lew re di vî warî de dilxelînek heye ji bo tevgerên civakî yên rojavayê. Lê belê di vî warî de bîrdoziya Ocalan, bîrdoziyeke pir cuda û girîng e. Ji bo fêmkirina vê jî divê mirov daxilî nav jiyana jinên kurd bibe û sûdê ji jiyana wan û têkoşîna wan bigire."    XEBATÊN LI KATALANÊ    Schuller, diyar kir ku tev li çalakiyên li dijî tecrîdê bûye û got: "Lê belê ji bo kesên li Katalanê zanibin li girtîgehên Tirkiyeyê çi diqewimin, em dixebitin. Ji bo vê, em belavok belav dikin û serdanan dikin. Ji lew re divê mirov hay ji pêkanînên faşîst ên dewleta tirk hebin."    BIVÊ NEVÊ YE    Schuller, destnîşan kir ku ji bo girtî bên berdan û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê YE û dewletên Ewropayê ceza li Tirkiyeyê bibirin û got: "Tiştên li Tirkiyeyê dieqewimin dîktatorî ye. Pêkanînên wekî yên rejîma Erdogan li gelek deverên cîhanê hene. Demildest divê çareyeke bê peydakirin û pergalên faşîst bên rûxandin û li şûna wan jiyanên demokratîk û azadîxwaz bên avakirin. Ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk, rakirina tecrîda li ser Ocalan ne vebijêrkek e, bivê nevê ye."    DIVÊ ÎLHAM JI FIKIRÊN WÎ BÊN GIRTIN   Schuller, di dawî axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo xelasiya ji pergalên çewisîner, felsefeya Ocalan rêbereke girîng e û got: "Divê bê fêmkirin ku PKK ne partiyeke terorîst e û milîtanên wê ji bo azadiya gelekî û azadiya jinê şer dikin. Lewma divê dewlet hemû ji bo gel ji pergalên çewisîner xelas bibin pêşniyarên siyasî berpêş bikin û ji bo vê jî îlhamê ji felsefe û fikira Ocalan bigirin. Lewma şikandina tecrîda li ser Ocalan pir girîng e."    MA / Berna Kîşîn