63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-15 20:49:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 15 hezar û 503 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 15 hezar û 503 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 29 hezar û 552 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 894 hezar û 893.