Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn 2021-03-15 14:20:04   AMED – Bi hinceta ku tevlî çalakî û daxuyaniyên partiya xwe bûye, 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê li rêveberê HDP’ê Mûrat Ondeş hat birîn.    Bi hinceta ku tevlî çalakî û daxuyaniyên partiya xwe yên di navbera kanûna 2017 û gulana 2019’an de bûye, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Rêveberê HDP’a Amedê Mûrat Ondeş hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji ber ku di qarantînaya vîrûsa koronayê de bû tevlî danişînê nebû. Parêzera wî Şîlan Çelîk li danişînê amade bû.    Di danişînê de dozger mutalaaya xweya danişîna beriya niha dubare kir û parêzer Çelîk jî parastina muwekîlê xwe kir û da zanîn ku xebatên muwekîlê wî xebatên siyasî ne û nikarin weke sûc bên hesibandin.    Piştî navberdayînekê dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ondeş birî.