Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin 2021-03-15 13:55:21   WAN – Xebatkarê Çapemeniya HDP’ê ya Wanê  Sezer Tartan, ragihand ku ji aliyê kesên ku xwe weke “rûyê dewletê yê nayê dîtin” dane nasîn ve hatiye revandin û lêdan ji wan xwariye û heqaret lê hatiye kirin.    Sezer Tartan ku li Yekîneya Kirariya Agahiyan û Çapemeniyê ya HDP’a Wanê dixebite, 12’ê adarê roja înê hatibû revandin û bi qasî demekê hatibû desteserkirin.  Kesên ku xwe weke polis dabûn nasîn Tartan revandibûn û piştî ku di wesayîtê de geg lê xwaribûn û wî derp kiribûb, ew berdabûn. Tartan, vê serboriya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.    Tartan, diyar kir ku dema ku çûye mala xwe ya li taxa Elmaliyê, 2 kesên ku wan nas nekiriye ji pişt ve bangî wî kirine û kesekî bi wesayîteke spî ber bi wî hatiye û wiha got: “Piştî ku hatin cem min xwestin biaxivin. Min jî ji wan re got ez we nas nakim û tiştekî ku bi we biaxivim tuneye. Xwestin min bi zorê li wesayîtê siwar bikin. Dema kum in ji bo alîkariyê gazî kir bi kulman li min dan. Çawa ku min kirin wesayîtê deriyan radan. Telefona min bi zorê ji destê min girtin û dan girtin. Bûyer li ser Rêya Qenalê çêbû. Min heta Xeraca Şaredariyê birin.    ‘RÛYÊ DEWLETÊ YÊ NAYÊ DÎTIN’   Tartan, da zanîn ku kesên wî revandine xwe weke “rûyê dewletê yê nayê dîtin” dane nasîn û pêşniyar xebata bi wan re lê kirine û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Cihê ku nav li ser bû girtin û qertên li ser wan ‘polis’ nivîsandîbû nîşan dan. Gotin, ‘em te nas dikin, em dewlet in, em polis in’. Dema ku min got, ‘tişta hûn dikin sûc e û min berdin’. Dîsa li min dan.”   GEF LE XWARINE   Di berdewamê de Tartan, destnîşan kir ku kesên ku wî revandine jê re gotine, ‘heke tu bixwazî em ê her cûre derfet ji te re biafirînin. Em ê te bikin karmend. Ji te re heta duşemê dem. Ya tu yê daxwazin me qebûl bikî ya jî em ê her xerabiyê bînin serê te. Te dît ku me te çawa revand. Em dewlet in, bi her awayî em ê xwe bigihînin te. Ya tu yê bi me re bixebitî ya jî em ê timik wiha te aciz bikin.’ û got ku wî jî ev bersiv daye wan: “Tiştekî naxwazim. Min careke din aciz nekin. Piştre min li devereke nêzî taxa me berdan.”   Li Wanê, sala borî Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê û Endama Lîjneya Birêvebirinê ya Ciwanan (GYK) Hatîce Buşra Kûyûn jî ji aliyê kesên ku xwe weke ‘polis’ dabûn nasîn ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin. Gilîkirina Kûyûn a vê derbarê de bi neşopandinê bi dawî bûbû û plaqeya wesayîta ku wê revandibû sexte derketibû.