Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir 2021-03-15 13:16:15   RIHA - Polîsan Emîne Şenyaşar a ku AKP'îyan hevjîn û 2 kurê wê kuştin û ji ber vê yekê li ber Edliyê "Edalet" dixwest, binçav kir.    Polîsan Emîne Şenyaşar a ku AKP'îyan hevjîn û 2 kurê wê kuştibûn û ji ber vê yekê li ber Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" digirt, binçav kirin.    Emîne Şenyaşar a hevjînê wê Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de berî hilbijartina 24’ê Hezîranê hatin kuştin, 7 rojin li pêş Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê digire.  Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliya Rihayê 7 rojin çalakiya rûniştinê li dar dixin. Polîsan di roja 7'an de Emîne Şenyaşar binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, ji bo Şenyaşar got: "Li ser îdeayekê ew binçav kirine, ezê şopdarê wê bim."    Kurê Emîne Şenyaşar Ferit Şenyaşar ku di êrîşa AKP'îyan de birîndar bûbû jî çalakiya "Edaletê" berdewam dike.