Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin 2021-03-15 09:22:12 AMED - Parlamenterên HDP’ê banga beşdariya Newrozê ku bûye remza têkoşîna kurd kirin û xwestin xelkê kurd biherikin qadan.      Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn banga beşdariya Newroza îsal dê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” were lidarxistin kirin.    NEWROZ JI BO GELÊ KURD GIRÎNG E    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel bi bîr xist ku wan sala par ji ber pandemiyê pîrozbahiyên girseyî li dar nexistin û wan armanc kiriye îsal pîroz bikin. Temel destnîşan kir ku Newroz nexasim ji bo gelê kurd û tevahiya gelan xwedî girîngiyek mezin e û di serdemek gelê kurd di bin êrişên giran de ye Newroz jî gelek watedar e. Temel anî ziman ku ew di pêvajoyek statûya gelê kurd ku li çar parçeyan tê axaftin de derbas dibin û wê ev Newroz ji bo daxwazên gel bibe qadek mezin a hevdîtinê.    SEMBOLA BERXWEDANÊ YE    Temel destnîşan kir ku ew bi Newroza îsal armanc dikin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bişikînin û çavkaniya şer û aloziya heyî tecrîd e. Temel got ew dikarin Newroza îsal wek berxwedanek pir alî pênase bikin. Temel anî ziman ku ji sal3en 90’î vir ve Newroz li bakurê Kurdistanê bûye sembolaa têkoşîn û azadiya gelê kurd û Newroz dij derketina her cûre desteserkirin û neheqiyan e.    BI RUHÊ NETEWΠ   Temel destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo pandemiyê gumana wan nebe û tevdîrên pandemiyê hatine girtin û xwest her kes bi motîfên xwe netewî bi rihê yekîtiya neteweyî biherikin qadên Newrozê û ew ê div ê newrozê de nîşan bidin ku li ser pêya li ber xwe didin.    ‘JI BO AZADIYÊ WERIN NEWROZÊ’    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî anî ziman ku Newroz destpêkek nû ye û Newroza îsal gelek watedar û girîng e û ew dixwazin Newroz bibe wesîleya aştiyê û gelê kurd ku bi salane dawa nasname û azadiyê dikin vexwend qadên Newrozê.    DIVÊ JIN BEŞDAR BIBIN    Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn jî destnîşan kir ku Newroz li dijî desthilatdar û zilmê serî rakirin û berxwedan e û ji bo Newroza îsal nemaze bang li jinan kir ku beşdar bibin. Tosûn got divê her jin li dijî tundî û komkujiyan beşdarî pîrozbahiyan bibe û li qada Newrozê cihê xwe bigirin.