Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin 2021-03-15 09:20:19 WAN - Şêniyên Wanê banga beşdariya Newrozê kirin û gotin: “Em bi ruhê Newroza sala 2008’an biherikin qada Newrozê.”  Yek ji dîmenên Newroza nehatiye jibîrkirin jî Newroza sala 2008’an a Wanê ye. Xelkê Wanê roja 22’yê adarê li ber avahiya DTP’ê ya wê demê ya Wanê kom bû û xwest bimeşin qada Newrozê. Walîtiyê Newroz qedexe kiribû. Polîsan xelkê dorpêç kiribû û li bajêr rewşa awarte ragihandibûn. Tevî dorpêça polîsan jî xelkê li ber avahiya DTP’ê agir pêxist û xwestin Newrozê pîroz bikin. Polîsan xwe li vê yekê ranegirt û bi tundî êrişî girseyê kirin. Tevî hemû astengî û êrişa polîsan jî xelk li kolanan agir pêxist û seranserî rojê bi coşek mezin Newroz pîrozkirin. Li gorî daneyên fermî di wê rojê de 88 kes birîndar bûn û ji 200 kesî zêdetir kes hatin binçavkirin.    Dîmenên zarokê 16 salî Mehdî Kûrt ê bi êrişa polîsan re rûbirû mabû ji bîra kesî neçûye. Bi dehan polîs bi jopan li ser û çavê Kûrt didin û îşkenceyek giran lê kiribûn. Ev dîmenê vê hovîtiyê di medya navnetewî de jî belav bûbû û her kesî matmayî hiştibû.    Komîteya Amadekar a Newroza Wanê biryar da ku wê Newroza îsal jî li ber Keleha Wanê pîroz bike. Şêniyên Wanê banga beşdariya Newrozê kirin.    BANGA BEŞDARIYÊ KIR    Hacer Bariştiran anî ziman ku ew di Newroza sala 2008’an de hatiye binçavkirin û ew her sal beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye û dê îsal jî bibe. Bariştiran banga beşdariya Newrozê li xelkê Wanê kir.    BI RUHÊ 8’Ê ADARÊ WERIN NEWROZÊ    Hevşaredara Navçeya Bêgiriyê ya Wanê Leyla Balkan a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin jî banga beşdariya Newrozê li xelkê Wanê kir û destnîşan kir ku Newroz xwedî girîngiyek dîrokî ye û xwest jinên Wanê bi ruhê 8’3e Adarê biherikin qada Newrozê.    ‘EM BI RUHÊ 2008’AN BIHERIKIN QADA NEWROZÊ’    Fadil Bariştran ê di Newroza 2008’an de endamê Komîteya Amadekar a Newrozê bû jî banga beşdariya Newrozê li xelkê Wanê kir û got: “Pêwîste xelkê me yê Wanê bi ruhê Newroza sala 2008’an biherike qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê. Lazim e li qada Newrozê li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan deng were derxistin.”