Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin 2021-03-14 18:56:44 AMED - Serokên Baroyên bajarên bakurê Kurdistanê li Çewligê civiyan û bal kişandin ser gelek mijaran û xwestin li tavilê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de werin qebûlkirin.  Serokên Baroyan ên bajarê Amed, Mêrdîn, Wan, Riha, Êlih, Semsûr, Agirî, Çewlig, Dersim, Bedlîs, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Şirnexê li Çewligê kom bûn û civîn li dar xistin. Serokên baroyan encamnameya civîna xwe bi daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de xebatkarên tenduristiyê yên ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û 14'ê Adarê Cejna Tibê li bijîşkan û kedkarên tenduristiyê hat pîrozkirin. Serokên baroyan di daxuyaniyê de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û hat xwestin dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan werin anîn û demildest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û divê hikumet demildest gavan biavêje.