Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê 2021-03-14 14:32:29 MÊRDÎN - DBP, HDP û Meclîsa Dayikên Aştiyê, li navçeyên Qoser û Nisêbînê, derbarê pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî dan û banga tevlîbûna Newrozê li gel kirin.    Di çarçoveya Cejna Newrozê ya îsal bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” bê pîrozkirin de, li navçeya Qoser û Nisêbîn ên Mêrdînê daxuyanî hatin dayîn.    Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê, bi Meclîsa Dayikên Aştiyê re, derbarê pîrozbahiyên Newrozê yên di 20’ê Adarê de li Qoserê û di 21’ê Adarê de jî li Nisêbînê bên lidarxistin de, daxuyaniyek hevpar dan. Nûnerên partiyan, sazî û dezgehan beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Salîh Kûday, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên îsal ên Newrozê. Kûday, dîroka Cejna Newrozê bi bîr xist û wiha got: “Li dijî her cure êrişan Kawan, Mazlûm Doganan, Rahşan Demîrelan û Zekiye Alkanan her tim têkoşîna xwe bi rêve birine. Emê jî bi vê bîr û baweriyê, li Qoser û Nisêbînê cejna xwe ya Newrozê pîroz bikin. Em ji niha de, hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê. Werin em coş Newroza xwe pîroz bikin. Werin em Newroza xwe mezin bikin.”   Kûday, bal kişand ser amadekariyên xwe yên Newrozê û wiha bilêv kir: “Me li her navçeyekê, komîsyonên xwe avakirin. Ev komîsyonên me, 4 rojin dixebitin. Di heman demê de, amadekariyên komîteyên amadekar dewam dikin. Me qadên pîrozbahiya Newrozê diyar kirin. Em di wê hêviyê de, Newrozê bi coş bê pîrozkirin.” Edama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya jî, Newroza hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku beşdarî Newrozê bibin. Em hêvî dikin ku Newroz bibe mizgîniya aştiyê.”