Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt 2021-03-14 12:15:01 AMED - Xebata Îtîfaqa Kurdistanî, ji bo xebatê di bin sîwanekê de bimeşîne biryar da ku komîsyonek hevpar ava bikin.    Xebata Îtîfaqa Kurdistanî ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokratik (DDKD), Partiya Însan û Azadî (PİA), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratan a Kurdistan, (PDK) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye pêk tê, di 12'ê Adarê de civîn li dar xistin. Piştî civînê biryar girtin ku  ji bo xebatê di bin sîwanekê de bimeşîne komîsyonek hevpar ava bikin.    Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek, Berdevkê Partiya Azadî Ayettulah Aşîtî, Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç û Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, der barê biryara di civînê de stendin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî.    BIRYARA KOMİSYONÊ    Çîftyurek, anî ziman ku ew di civinê de li ser mijarên Newrozê, Zimanê Zikmakî û Yekîtiya Neteweyî de axivîn û wiha got: "Ji bo Xebata Îtîfaqa Kurdistanî em ê komîsyonek hevpar ava bikin. Di plana li ser Yekîtiya Neteweyî de em li ser Îtîfaqa Kurdistanê rawestiyan. Ji bo vê xebatê di demek nêzîk de em ê xebatên komîsyona ji bo yekîtiyê ava bikin. Dê xebatên îtîfaqê li ser kijan bernameyê bê meşandin, dê li ser kijan prensiban biryar bên girtin. Dê van xebatan niqaş bikin. Piştre dê bang li serokê hemû partiyan bikin. Di demek nêzîk de em ê dîsa li hev kom bibin. Vê carê em ê xebatek vala nekin. Em ê karekî şênber bikin. Piştî 21'ê Adarê em ê dîsa li hev kom bibin."    'ME BIRYARÊN ŞÊNBER GIRTIN'    Berdevkê Partiya Azadî Ayettulah Aşîtî jî anî ziman ku 2 salin vê xebatê dikin û wiha got: "Piştî xebatên 2 salan yekem car e em biryarên şênber digirin. Avakirina vê komîsyonê dê ji bo Kurdan pêvajoyek nû bide destpêkirin. Ev yek dê ji bo yekîtiya Kurtler bibe pêvajoyek nû.    TENÊ RÊYEK HEYE EW JÎ YEKÎTÎ YE   Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, jî anî ziman ku civîn ji bo esas û nexşeya xebatê gelek girîng bû û wiha got: "Di demên pêş de dê ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên şênber û girîn bên avêtin. Xebata îtîfaqê tenê bi gotinan û li ser masê pêk nayê. Li kolanan di nava gel de dê bilind bibe. Hemû partî li ser van esasan kom bûn. Îtîfaqa rastîn di pratîkê de pêş dikeve. Ji xeynî yekîtiyê wekî din rêyên me tune ne. Li dijî çar perçeyên Kurdistanê êrîş hene. Sedema herî mezin a van êrîşan ji ber Kurd nebûne yek."    HALÊ DAWÎ YE   Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî anî ziman ku heta yekîtiya neteweya Kurd ava nekin nikarin qala azadiyê bikin û wiha got: "Heta niha di nava xebat û civînên ji bo yekîtiyê de me civîna herî ginîn li dar xist. Ji bo gavên şênber bên avêtin, me biryar da ku Bernameya Yekîtiya Neteweyî bê nivîsîn. Me biryar da ku Nexşerêyek bê amadekirin. Ev xebata hevpar dê piştî Newrozê ji raya giştî re bê parvekirin. Em dikarin bêjin xalên yekîtiyê hatine halê dawî. Ji ber ku 9 partî jî ji bo yekîtiyê hem fikirin in."