Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt 2021-03-14 11:55:02 ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya li navenda Şirnexê de 5 sal derbas bûn. Di qedexeyan de 79 kesan jiyana xwe ji dest da. Yek ji van jî xebatkarê tendûristiyê Cemal Uygur bû û 22 gule li bedena wî ketibûn. Dayika wî Kumriye Uygur got: “Min di xewna xwe de dît ku kurê min miriye. Dewletê kurê min kuştiye.”    Li Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexeyê heta 10'ê nîsana 2017'an berdewam kir. Ev qedexe 392 roj domand. Di bajêr de 82 rojan di navbera hêzên YPS’ê û esker-polîsan de şerê dijwar berdewam kir. Bi ragihandina qedexeyê re ketin û derketina bajêr jî hatibû qedexekirin. 12 taxên bajêr bi maşineyên zirxî hatin dorpêçkirin. Li gel dorpêçê taxên Dîcle, Bahcelîevler, Cmhuriyet, Îsmet Paşa, Gazîpaşa, Yenîmahalle û Yeşîlyurt bênavber hatin bombebarankirin. Di vî şerî de bi giştî 79 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî hatin koçberkirin. Li bajêr ji 12 taxan 8 tax bi bombardimanan bi temamî hatin şewitandin û hilweşandin. Tevî ku di ser qedexeyan de 5 sal derbas bûn jî lê hîn jî yek berpirsyar nehatiye darizandin.    9 HEZAR MAL HATIN HILWEŞANDIN   Di dema qedexeya derketina derve ya li bajêr de, li 8 taxan bi tevahî 9 hezar xanî ji hêla esker-polîsan ve hatin şewitandin û hilweşandin û her wiha xanî û cihên ku piştî qedexeyan mayî jî hatin hilweşandin. Avahiyên ku ji hêla TOKÎ ve ji bo malbatên xaniyên wan wêran bûne hatin çêkirin, xanî nedan hezar û 200 malbatan. Welatiyên ku xaniyên wan xera bûn ji bo ku xaka xwe terk nekin neçar man ku li gundê Îkîzceyê Şirnexê di konan de bijîn. Malbatên ku di konan de dijîn bi dehan caran bi êriş û serdegirtinên polîsan re rûbirû man. Ji ber şert û mercên zivistanê gelek ji van malbatan nêçar man û koçberî bajarên mîna Mersîn û Edeneyê bikin.    MIRINA KURÊ XWE DI XEWNÊ DE DIBÎNE   Ji 79 kesên ku di wê pêvajoyê de hatin kuştin de yek jê jî xebatkarê tendûristiyê Cemal Uygur bû. Dayika Uygur, Kumriye Uygur qala pêvajoya qedexeyan kir û wiha got: “Kurê min xebatkarê tendûristiyê bû. 13 salan li nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de beşa dîyalîzê de xebitî. Pişt re hat girtin. Kurê min 6 mehan di girtîgehê de ma. Piştî ku hat berdan rêveberiya nexweşxaneyê bang kir û jê re got karê xwe bidomîne. Lê midûrê nexweşxaneyê destûr neda ku Cemal dest bi kar bike û bi vî awayî asteng kir. Pişt re ji xwe li Şirnexê qedexeya derketina derve hat îlankirin.Piştî ku qedexe hat ragihandin em nêçar man ji Şirnexê derkevin û derbasî Silopiya bûn. Lê Cemal li vir ma. Di wê pêvajoyê de min Cemal di xewna xwe de dît. Di xewnê de Cemal ez dibirim morgê û cenazeyê xwe nîşanî min dida. Li gel vê xewnê ez serê sibehê zû rabûm û min berê xwe da Şirnexê. Ez çûm morga nexweşxaneyê. Xewna min li ber morgê li min bû rastî.”    22 GULE LI BEDENA WÎ KETINE    Uygur anî ziman ku kurê wê ji hêla dewletê ve hatiye kuştin û xwest kesên ku bûne sedemê mirina kurê wê bên darizandin û wiha got: “22 gule reşandibûn bedena kurê min. 3 gule li dilê wî, 3 gule li milê wî yê çepê, guleyek li milê wî yê rastê û 15 gule jî li bedena wî reşandibûn. Kurê min li ge 11 kesan hatibû kuştin. Ewqas gule hatibûn barandin ku bedena wî parçe parçe bûbû. Kesên ku bûne sedema mirina kurê min pêwîste bên darizandin. Ev 5 sal in di ser re derbas bûn lê hîn jî yek kes nehatiye darizandin. Ev ne wîjdanî û ne jî însanî ye. Dozger di nexweşxeyanê de ji min re digot, 'Kê kurê te kuşt?' Min li çavê wî mêze kir û min got, 'Kurê min dewleta te qetil kir'. Ez li vir careke din dibêjim kurê min dewletê qetil kir. Em doza nasnameya xwe û zimanê xwe dikin. Em bizanin ku di vê oxirê de em ê bimirîn jî, em ê li pey şopa heqîqetê bin û tebikoşin."