Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile 2021-03-14 09:07:23   WAN - Girtiyê nexweş Emîn Aladag ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye bi rêya parêzerên xwe anî ziman ku hestiyên mil û piyê wî êdî dihilin û wiha got: "Ez êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînim."    Li gorî rapor û çavdêriyên parêzer, malbat û rêxistinên mafên mirovan, li girtîgehên Tirkiyeyê her roj mafên girtiyan bê binpêkirin û di bin zextan de dijîn. Bi taybetî girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tenduristiyê nikarin sûdê bigirin. Li gorî rapor û daneyên Komeleya Mafên Mirovan (İHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 girtî bi nexweşiya giran in. Bi giştî hezar 605 girtiyên nexweş girtî ne û nayên berdan. Yek ji van girtiyên nexweş jî Emin Aladag e. Alatag li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê girtin. Aladag ji sala 1993'an ve hatiye girtin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Aladag dema di bin çavan de bû îşkenceya giran lê hatiye kirin û masûrê dest û milê wî qut bûne. Ji ber masûrê pî û milê Aladag qut bûne hestiyê milê wî û piyê wî êdî dihilin û nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Aladag nikare bi tenê dermanê xwe bixwe. Aladag bi rêya parêzerê xwe rewşa nexweşiya xwe bi Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re parve kir.    HESTÎ DIHILIN   Aladag bi rêya parêzeran anî ziman ku di odeya 3 kes lê dimîn de dimîne û wiha got: "Ez bi rêya hevalên xwe yên odeyên pêdiviyên xwe temîn dikim. Ji ber nexweşiyan ez gelek caran çûm bijîşk. Her cara ez çûm bijîşk tenê dermanê êşbirê dan min. Piştî dîsa êşa piyê min zêde bûn û min nekarîbû piyê xwe tev bigerînim, ez di 8'ê Sibatê de dîsa çûm nexweşxaneyê. Nexweşxaneyê rapor amadekir de anî ziman ku masûrê mil, boçik û çongê min de qut bûn çêbûne. Ji ber vê yekê êdî hestiyê mil û piyê min dilin. Bijîşkan anîn ziman ku dikarin bi protezê derman bikin. Lê protezan jî ji dervê welat dixwazin. Ji ber vê yekê nikarim lêçûma dermankirinê pêşwazî bikim. Daxwaza min a ji bo dermankirinê jî hatiye redkirin."