Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan 2021-03-14 09:01:31 EDENE – Endamên Koma Pel û Koma Şitlên Azadî ku strana "Îro Newroz e" ya Ş. Hozan Hemido ji nûve distrên bang li her kesan kirin û xwestin bi Ruhê 90'î Newrozê pîroz bikin û li dora Agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.    Endamên Koma Pel û Koma Şitlên Azadî ku li Edeneyê xebatê dikin, beriya pîrozbahiya Newrozê bang li her kesan kir û xwest îsal bi coşek mezintir û ruhê Newroza sala 1990'an tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin. Endamên komê beriya pîrozbahiya Newrozê strana "Îro Newroz e" ku Ş. Hozan Hemido nivîsandibû ji nûve strîn. Koma Pel û Koma Şitlên Azadî dê bi vê stranê li qadên Newrozê bistrên. Endamên komê bang li her kesî kirin û xwestin her kes bi ruh û coşa Newrozên salên 1990'an dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin.    Endamê Koma Pel Îlyas Arzu (Merxas), anî ziman ku strana "Îro Newroze" ruhê salên 90'î diparêze û wiha got: "Newroz di serî de ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelan pir girîng e. Li vî welatî xezt û tundî sal bi sal zêde dibe. Divê li dijî van zextan her kes dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin. Divê her kes bi ruhê Newroza salên Newrozê pîroz bikin. Li dijî tecrîd û polîtîkayên qirêj her kes li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin.  Divê her kes bi ruhê 90'î cilên xwe yên neteweyî li xwe bikin û dakevin qadên Newrozê. Em Cejna Newroza hemû gelan pîroz dikin. "    STANA 'ÎRO NEWROZ E' ÎRO BÊTIR BI WATE DIBE   Endama Koma Şitlên Azadî Jiyan Savci jî anî ziman ku wan strana "Îro Newroz e" ku Ş.Hozan Hemîdo di salên 90'î de stra bû, ji nûve deng dikin û wiha got: "Me Strana "Îro Newroze" îro ji nûve bi deng kir. Ev stran îro bêtir bi wate dibe. Di salên 90'î de vê stranê hewaya giran a zext û tundiyan belav dikir. Em îro bi hêzên faşîst ku ji hêza huner û hunermendan ditirsin re rû bi rû ne. Qadên herî bêtir qadên Newrozê ne. Newroz ne tenê Cejna gelê Kurd e. Newroz cejna hemû gelên Rojhilata Navîn e. Newroz roja lêgerîna mafan e. Em wekî Koma Şitlên Azadî bang li hemû gelê xwe dikin ku Newrozê li qadan pîroz bikin. Em dixwazin ruhê azadiyê ji nûve zindî bikin û dakevin qadan. Em dibêjin Newroz roja pîrozbahiya serkeftina gelê berxwedêr e.  Newroz di serî de li hemû kesên berxwedêr û hemû zindanên Tirkiyeyê pîroz be."    MA / Hamdullah Kesen