Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-03-13 20:14:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 15 hezar û 82 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 65 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 15 hezar û 82 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 29 hezar û 421 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 866 hezar û 12.