Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin 2021-03-13 15:22:36   STENBOL – ÎHD, di hefteya 468’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mûrat Aktaş û diyar kir ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe.      Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 468’emîn de ji ber pandemiyê li ser hesabên xwe yên medya civakî li dar xist. Komîsyonê, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mûrat Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê gîrtî ye.    NEXWEŞIYÊN AKTAŞ   Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn daxuyanî da. Di destpêka axaftina xwe de Acettîn bal kişand ser rewşa girtîgehan û diyar kir ku bi hinceta pandemiyê zextên li ser girtiyan zêde bûne û tecrîda li girtîgehan hatiye kûrkirin. Piştre Acettîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexwe Mûrat Aktaş û têkildarî rewşa wî ev agahî dan: “Mûrat Aktaş 17 sal in girtî ye û ji ber teşhîsa şaş û dereng xistina tedawiya nexweşiya di gûzeka wî de niha bi zorê xwe li piya digire û zehmet dimeşe.  Li gel ku gumana pençeşêrê û nexweşiyên wî ya medê heye jî nayê dermankirin. Ev rewş jî gef li jiyana Aktaş dixwe.”   LI WAN DANE   Acettîn, agahiyên ku têkildarî rewşa wî ji malbata Aktaş girtibû jî parve kir û da zanîn ku rewşa Aktaş her ku diçe girantir dibe û ev tişt gotin: “Herî dawî ji birayê xwe re gotiye ku hewadariya wan biçûk e û rojê nabînin. Ji bo guhertina hucreya xwe di 21’ê sibatê de bi hevalên xwe re serî rêveberiya girtîgehê daye. Piştî demekê birine hucreya C-14. Piştî 5 rojan midurê duyemîn ê girtîgehê û gardiyana bi ser hucreyên wan de girtine û ew careke din birine hucreyên wan ên kevn. Ji ber ku nexwestiye biçin hucreyên xwe yên kevn hatine derpkirin.”    Herî dawî Acettîn, xwest ku berpirsyarên êrişa li dijî Aktaş bên cezakirin û ji bo parastina mafê wî yê tedawiyê Aktaş bê berdan.