Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê 2021-03-13 14:46:46           ÎZMÎR – Gelek rêxistinên tenduristiyê, bi munasebeta 14’ê Adarê Hefteya Tip’ê kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û ji bo wan qurnefîl avêtin behrê.   Li Îzmîrê gelek rêxistinên tenduristiyê, di çarçoveya “14’ê Adarê Hefteya Tip’ê” de li Qada Alsancakê ya Cûmhûriyetê li hev civiyan û kedkarên tenduristiyê yên li ser peywira xwe hatine kuştin û jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.  Li ser navê rêxistinan Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîjkan Nûrî Seha Yuksel, axivî û diyar kir ku tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê zêde bûye û di encama vê tundiyê de hê jî hevalên wan tên qetilkirin û jiyana xwe ji dest didin.    Piştî daxuyaniyê nûnerên rêxistinên ji bo kedkarên tenduristiyê yên hatine kuştin û jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê.