Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî 2021-03-13 14:28:46   ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, di çalakiya hefteyî de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Kêmî salek cezayê Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê yê 65 kalî Hayrettin Yilmaz maye. Lê nikare ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bigire. Ji ber nexweşiyê nikare bi serê xwe bijî."    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya  340’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemleniyê. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Hayretîn Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Afyon a Tîpa F a Hêjmar 1'ê girtî ye. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatîn Kanat, di çalakiya hefteyî de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Kêmî salek cezayê Girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê yê 65 kalî Hayrettin Yilmaz maye. Lê nikare ji mafê xwe yê serbestiya bi kontrol bigire. Ji ber nexweşiyê nikare bi serê xwe bijî."    Kanat, anî ziman ku Yilmaz li Girtigeha Hêjmar 2 a Bandirma ye û wiha got: "Ji bo nexweşiya wî bê zanîn sewqî Nexweşxaneya Balikesirê kirin. Lê bêyî sewq bê kirin, şandin Girtîgeha Afyonê. Dema Yilmaz li Bandirmayê bû bi weremê ket. Yilmaz bi nexweşiya ulser, gastrit û reflu ye. Divê Yilmaz di pêvajoya pandemiyê de ji Girtîgeha Afyonê derxin û bibin nexweşxaneyê. Li gel cezayê wî kêmî salekê maye jî wî bernadin. Divê di şertên bi tenduristî de bê dermankirin."