'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin' 2021-03-13 09:49:28 STENBOL - Mazlum Dogan li Zindana Amedê di 21'ê Adarê de bi 3 darikê çixatê agir berda bedena xwe û bû Kawayê Hemdem. Birayê Mazlum Dogan Fevzî Dogan anî ziman ku birayê wî wekî Kawayê Hemdem ketiye nava rûpelê dîrokê û wiha got: “Em bi ruhê Mazlûm ê berxwedêr dakevin qadên Newrozê û Newrozê pîroz bikin." Kawayê Hesinkar li dijî Qralê Asûriyan Dehaq ê zilmkar Agirê Newrozê geş kir û serî hilda. Di ser Newroza Kawayê Hesinkar re 2633 sal derbas bûn. 2633 salin gelê Rojhilata Navîn Newrozê pîroz dike û agir geş dikin. Gelê Kurd jî li dijî zilma Dehaqan 2633 salin Newrozê pîroz dikin. Ji bo Kurdan Newroz bûye remza berxwedanê. Herî dawî li dijî zilm û îşkenceya piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an li Zindana Amedê di 21'ê Adara 1982'an de Pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan li dijî zilm û îşkenceyê di roja Newroze de bi 3 darikê çiqatê agir berda bedena xwe û bû remza Newroza hemdem. Piştî vê çalakiyê Kurdan çalakiya Mazlum Dogan wekî "Kawayê Hemdem" pênase kir û ket rûpelên dîrokê. Di nava Kurdan de piştî çalakiya Kawayê Hesinkar, çalakiya Mazlum Dogan bû remza herî girîng a Newrozê. Piştî Mazlum Dogan ev çalakî li dar xist, li ser çalakiya Mazlum gelek stran hatin strin. Gelek helbest hatin nivîsandin. Bû mîna efsane û çîroka dirokê. Mazlum Dogan, bi berxwedana li dijî zilm û îşkenceyê tê nasîn û zanîn. Li dijî Dehaqê hemdem ji bo Kurdan bû Kawayê hemdem û remza berxwedanê. Bi hezaran malbatan navê zarokên xwe kirin Mazlum.    SALÊN ZANÎNGEHÊ   Mazlum Dogan li gundikê Seyidan ê Gundê Goman a Navçeya Mazgîrtê ya Dersimê di sala 1955'an de ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund û dibistanên navîn jî li navçeya Qereqoçan a Xarpêtê berdewam kir. Piştre lîse li Dibistana Mamosteyan a Dersimê berdewam kir. Dogan li dibistanê her dem li dijî zilmê li ber xwe da û zilm qebûl nekir. Piştre ew û komek hevalên xwe sewqî Dibistana Mamosteyan a Balikesirê kirin. Dogan tevî hemû mercên xerab lîse li vir xelas kir. Piştre li Zanîngeha Hacettepe beşa Aboriyê kuta kir. Dogan di pola 3'emîn de dest ji zanîngehê berda û dest bi xebatên polîtîk kir.   Di 39’emîn salvegera çalakiya Mazlum Dogan de birayê wî Fevzî Dogan qala jiyana zarokatiya Mazlum û xebatên wî yên di nava tevgera azadiyê de kir.    GELEK HEVALÊN WÎ ÇÊBÛN   Fevzî Dogan, anî ziman ku wekî gundiyên Mazgîrtê ew jî di şertên dijwar de jiyan û wiha got: "Me wê demê bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikir. Em di xaniyê yek odeyî de 7-8 kes bi hevre dijiyan. Mazlum hêj dema zarok bû bi sekna xwe û jiyana xwe kesekî wêrek, jîr û zane bû. Dema Mazlum zarok bû kesek bêar bû. Her dem bi liv û tevger bû. Dîsa gelek hevalên wi hebûn. Pêşengiya hevalê xwe dikir. Hinek lal bû, lê pir di axivî. Piştî zêde pirtûk xwendin laliya wî derbas bû. Pir hinek dikir. Heval li dora wî pir zêde bûn."     DEMA ZAROK BÛ PIR WÊREK BÛ    Fevzî Dogan, destnîşan kir ku gelek bîranînên wî yên zarokatiyê hene û wiha berdewam kir: "Ji bo ez wêrekiya wî bêjim ez bîraninek xwe parve bikim. Li nêzî gund Çemê Teman heye. Dema biharê berf dihile çem pir geş dibe. Li wir cihekî wekî sûlavê heye. Cihekî pir tirsnak e. Dema em rehet nedisekinînin, dayik û bavê me em ditirsandin û digotin 'em ê we bavêjin wê sûlavê' Me jî digot 'Carek din em nakin' Lê Mazlum neditirsiya. Digot 'Werin min bavêjin.' Pir wêrek bû."    PIR DIXWEND   Fevzî Dogan, anî ziman ku li dibistana sereteyî û navîn dersên Mazlum pir baş bûn û wiha lê zêde kir: "Pir ji xwendinê hez dikir. Meraqa wî ya xwendinê pir zêde bû. Asta xwendin û çanda wî pir bilind bû. Li gel ku li Lîseya Mamosteyan xwend jî zanîngeha ku li Tirkiyeyê ya herî baş e qezenç kir. Pir jîr bû û pir dixwend. Piştî çû zanîngehê bi awayekî çalak tev li siyasetê bû. Piştî çû zanîngehê demek dirêj me agahî ji hev ne girt. Piştre me bihîst hatiye girtin û avêtine Zindana Amedê. Me nebihîstibû ku hatiye girtin û şandine Zindana Amedê. Salek şûnde piştî xizmekî me ji girtîgehê hat berdan em fêr bûn ku Mazlum girtî ye. Piştre em çûn girtîgehê me ew ziyaret kir. Ez çend çaran çûm ziyareta wî. Dema me ziyareta ewil kir hêj darbeya 12'ê Îlonê pêk nehatibû. Hêj Zindana Amedê nebiribûn navçeya Rezan. Girtîgehek sivîl bû. Me li wir bi awayekî asayî hevditin kir. Piştî zindana Amedê birin navçeya Rezan jî çend çaran çûm ziyareta wî. Lê mirov ji wêre jî nikare bêje hevdîtin. Hevdîtinan çend saniye an jî çend deqîqeyan dewam dikir. Ji xwe mirov pir zêde bûn."      Fevzî Dogan, bal kişand ser çalakiya  Mazlum Dogan jî û wiha axivî: "Saziya ku min lê kar dikir, Midûrê wê saziyê bang li min kir. Got 'Birayê te li eskeriyê jiyana xwe ji dest daye. Piştre ez çûm Amedê. Xizmên me hatin. Me çû cenaze girt û em çûn Xarpêtê. Heta Xarpêtê eskeran da dû me. Me cenazeyê Mazlum li Gundê lê ji dayik bûye defin kir. Gelek caran difikirim ku dema Mazlum jiyabuya dê îro di çi astê de bûya. Xwesî îro bijiya. Lê mixabin, li dijî îşkence, zext û tundiya ku nayê kişandin çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Mazlûm her tim di dilê e û aqilê me de ye. Em di rojên Newrozê de bêtir wî bi hester û hezkirin bibîr tînin.    KAWAYÊ HEMDEM E   Dogan, destnîşan kir ku gelê Kurd Mazlum Dogan wekî Kawayê Hemdem nas dikin û bibîr tînin û li ser navê wî stran û helbestan dinivîsin û ev yek wan pir kêfxweş û dilşa dike. Dogan, wiha got: "Newroz li Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Mazlum di şeva Newrozê de çalakî pêk anî. Gel qedr û qîmetek pir mezin dide Mazlum. Ji bo me ev yek pir bi nirx û pîroz e. Qîmetdayîna birayê min pir girîng e. Ji ber girîngî û wateya Newrozê birayê min di van rojan de bêtir tê bibîranîn. Her Newroz em bi hester û hezkiriunek mezintir wî bibîr tînin. Bi taybetî ji ber ku di Newrozê de wî bêtir derdixin pêş û bibîr tînin bêtir me kêfxweş dike. Ji bo me yek ji endamê malbatê ew qas girîng û bûbe sembol pir cihê kêfxweşiyê ye."    BANGA TEVLÊBÛNA NEWROZÊ   Fevzî Dogan,  herî dawî Newroza hemû gelan pîroz kir û bang li her kesan kir ku bi ruhê Kawayê Hemdem û berxwedana Mazlum Dogan Newrozê pîroz bikin û agirê Newrozê geş bikin.    MA / Îdrîs Sayilgan