Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê 2021-03-13 09:01:14 AMED - Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê yên ji salên 90'î heya sala 2020'î dema niha ronî dikin.  Kurd, piştî ku Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, berî ku dawî li jiyana xwe bîne bi 3 darikên kifrîtê mîrateya Kawayê Hesinkar agirê Newrozê pêxist, 39 sal in bênavber agirê Newrozê gur dikin û dadikevin qadan.    Mîrateya Kawayê Hesinkar, Newroz, ku xwe dispêre bi hezaran salan, di 21'ê Adara 1982'yan de li Zindana Amedê bi 3 darikên kifrîtê yên Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan cardin gur bû. Ev helwest û tevgerîna Mazlûm Dogan, her ku çû veguherî bîra neteweyî û bû ruheke din û xwe li Newrozê girt. Lewma, ji salên 1990'î heya niha her sal bi awayekî girseyî li qadan tê pîrozkirin û agirê wê her tê gurkirin.    AGIRÊ KU NAYÊ TEFANDIN    Newroz, di salên 1990'î de bû nasnameyeke polîtîk û di salên 2000'î de li qadan bû agir û ruhê ku bi milyonan kes li dorê govendê bigerînin. Çendî ku pîrozkirina wê bi zext û zoriyan re rû bi rû mabe jî kurdan tu carî dev ji pîrozkirina wê bernedaye û her diçe bi girseyeke hîn mezintir pîroz dikin.    JI SALÊN 90'Î HEYA NIHA WÊNEYÊN NEWROZÊ    Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê yên ji salên 90'î heya sala 2020'î ji bo dema niha dibin ronahî û rêya ber bi pêşerojê ve ronî dikin.