Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê 2021-03-13 09:01:13 ÊLIH – Siddik Kivanç ku 26 sal in girtiye, berê 4 caran ketibû greva birçîbûnê. Kivanç ku daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye, ji her kesî xwest ku berî ku rewşa li girtîgehan giran bibe, li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 107'an de ye.   Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Siddik Kivanç e. Kivanç ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, 26 sal in girtiye. Kivanç heya niha di girtîgeha Êlih, Midyad, Samsûn, Manîsa Akhîsar û Sêrtê de maye û 2 sal in jî di Girtîgeha Amed a Tîpa D'yê de ye.    5 CARAN KETIYE GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Tevî çalakiya greva birçîbûnê ya niha, Kivanç heya niha ketiye 5 grevên birçîbûnê. Berê di sala 1996, 2000, 2012 û 2018'an de ketiye greva birçîbûnê. Di sala 2018'an de 70 rojî di greva birçîbûnê de maye û bi qasî 20 kîloyê zihîf bûye.    Xwişka wî Sûltan Azboy, anî ziman ku birayê wê tim bi binpêkirinên mafan re rû bi rû maye û her tim jî li ber van binpêkirinan li ber xwe daye.    Azboy, bilêv kir ku piştî pandemiyê li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û got: "Hema bibêje salak e hevdîtin çênabin. Jixwe çalakî, werzîş tune ye. Pirtûk û rojnameyan jî nadin wan. Xwarina girtîgehê nebaş e. Avê jî pir bernadin. Birayê min û girtiyên siyasî yên din li dijî van pirsgirêkan û tecrîda li Îmraliyê bedenên xwe dane ber birçîbûnê."    Azboy, anî ziman ku birayê wê gotiye ji ber ku yên li derve li dijî tecrîdê pir deng ji xwe naynin, dest bi greva birçîbûnê kirine. Azboy, diyar kir ku birayê wê gotiye: "Heger hûn dengê xwe bilind bikin ê tecrîd rabe."    Azboy, destnîşan kir ku heger civak bi awayekî tund bertekê nîşan nede û tecrîd neyê şikandin ê rewşa girtîgehan xirabtir bibe û ji bo vê bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê rabe.