Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin! 2021-03-13 09:01:09 COLEMÊRG - Parêzer Ramazan Kûrt, anî ziman ku di ser qedexeya derketina derve ya Geverê re 5 sal derbas bûne, lê belê hîn jî binçavkirin û girtin didomin. Kûrt, bilêv kir ku şahidekî 400-500 kes teşxîs kirine û ji ber vê hema bibêje ji her malbatê kesek dikeve ber lêpirsînan. Li navçeya Gever a Colemêrgê di navbera 13'ê Adar-31'ê Cotmeha 2016'an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser qedexeya 79 rojî de 5 sal derbas bûn. Di dema van qedexeyan de di ser 5 hezarî re xanî û kargeh hatibûn texrîbkirin û bi deh hezaran mirov koçber bûbûn. Piştî qedexe bi dawî bûbû, piraniya kesên koç kiribûn vegeriyabûn û bi derfetên xwe xanî û kagehên xwe çêkiribûn.    Çendî ku di ser qedexeyê re 5 sal derbas bûne jî, lê belê hema bibêej her roj kes tên binçavkirin û girtin. Ev yek, ji ber îfadeyên şahidên veşarî û eşkere tê kirin.    Parêzer Ramazan Kûrt ku dosyeyên di vî warî de dişopîne, pêvajoya hiqûqî ya dema qedexeyê û piştî qedexeyê nirxand.    JI DU KESAN KESEK DIKEVE BER LÊPIRSÎNAN    Kûrt, destnîşan kir ku ji ber vê gelek kes hatine girtin. Kûrt, bilêv kir ku bi taybetî ciwan hedef tên girtin û got: "Lê belê ya tê kirin tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Bi temamî ji bo terorîzekirinê û tunekirin tê kirin. Bi zanebûnî hedef digirin." Kûrt, anî ziman ku hejmareke zelal a derbarê girtin û binçavkirinan de tune ye, lê belê hema bibêje ji her malê derbarê ciwanekî de lêpirsîn tê destpêkirin û kesên nakevin ber lêpirsînan jî sîxurtî li wan tê ferzkirin.    BI KESEKÎ 500 KESÎ DIDIN TEŞXÎSKIRIN    Kûrt, anî ziman ku carinan bi kesekî 400-500 kesî didin teşxîskirin û got: "Bi vî awayî mirov mexdûr kirin. Hatin cezakirin."    Kûrt, destnîşan kir ku daraz jî li gor vê bîrbirî û têgihanê tevdigere û got: "Ji lew reagahî û ewraqên di dosyeyê de, ne agahî ewraqine ku mirov pê bên girtin. BI temamî çêkirî ne, hatine sêwirandin û mirov hedef tên girtin."    Kûrt, bal kişand ser delîlên di dosyeyan de jî û got: "Bi kesên ku tê îdiakirina di xendekan de hatine zevtkirin, kesan dan teşxîskirin. Çendî kuvan kesan got, polîs bi darê zorê van îfadeyan bi wan dide gotin jî, dadgehê guh li wan nekir. Sedema vê jî, ji ber ku herêm daxilî nav herêma têkoşîna li dijî terorê ye. Lê belê di hiqûqê de tu beramberiyeke vê tune ye. Ji lew re piraniya kesên li îfaeya xwe qulibîne jî, ne kesên ku rxistin pêwnediyê bi wan re deyne. Kesekî ku ne endamê rêxistinê ye, ji bo bi sedan kesî dibêje, 'ev endamê rêxistinê ye.' Darizandin li ser vî esasî hat kirin. Hema bibêje ji her malbatê kesek hatiye darizandin."    MA / Gokhan Altay