Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin 2021-03-12 17:35:12   MELETÎ – Di bûyera ku di navbera xizmên parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz û malbata Şenyaşarê de qewimîbû, ji her du aliyan 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Di danişîna dozê de heyeta dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê de red kirin.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê di navbera xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahm Halîl Yildiz û malbata Şenyaşar de bûyerek qewimîbû. Di bûyerê de 4 kes jyana xwe ji dest dabûn. Îro danişîna 6'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Meletiyê hat lidarxistin. Di danişînê de şahid Mûrat Kaya hat guhdarîkirin. Kaya, piştî bûyerê bi 3 rojan îfade dabû, lê belê 2 sal û nîv in cara ewil e dadgehê gazî wî kiriye. Kaya, li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Rihayê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû.    Kaya, di îfadeya xwe de diyar kir ku gava kesên mala Yildizan ketine dikanê, ji mala Şenyaşaran kesî ji wekîl re negotiye "Ma tu dizanî em kî ne, em ê rêxistinê ne." Her wiha Kaya, diyar kir ku nîqaşeke bi vî rengî jî çênebûye. Kaya got: "Îdiaya parlementer ne rast e. Nîqaşek bi Celal Şenyaşar re çênebû. Gava derketin derve, ên li dora wî heqaret li Celal û Adil kirin. Dû re her du alîyan jî heqaret li hev kir."    Piştî vê parêzerên malbata Şenyaşaran xwest Ferît Şenyaşar bê berdan.    Her wiha parzerên malbata Şenyaşarê xwestin tapeyên bersûc Îbrahîm Yildiz ku bi awayekî negirtî tê darizandin daxilî dosyeyê bibin, lêpirsîn berfirehtir bibe û delîl û daneyên din ên derbarê bûyerê bn tespîtkirin, lêpirsînên derbarê kargehê û nexweşxaneyê de bibin yek û ji bo esasê daxwaza hinek wextê din dikin.    Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişînê taloqî 2'yê Nîsanê kir.