Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan 2021-03-12 15:32:34 AMED  -Polîsan, bi ser mala Serokê CHP’ê yê Hezroyê Tûrgût Încel de girtin, demek dirêj Încel û ferdên malbata wî devdevkî bi erdê re dirêj kirin û lê wan dan. Piştî re polîsan ji Încel re gotin “îxbara xelet e” û ji malê derketin.    Polîsan, di saetên serê sibê de bi ser mala serokê CHP'ê yê navçeya Hezroyê ya Amedê  Tûrgût Încel de girtin. Polîsan, deriyê mala Încel şikandin û ketin hundir. Polisan, Încel û ferdên malbata wî saet û nîvekê li ser dev li erdê dirêj kirin û li wan xistin. Polisan, di lêgerînê de alavên malê serûbin kirin û pişt re ji Încel regotin “îxbara xelet e” û ji malê derketin. Derbarê mijarê de, me ji Cîgirê Serokê Bajêr ê CHP’ê Mehmet Înan agahî girtin. Înan, diyar kir ku ji bo xebatên wan ên bajêr bên astengkirin dixwazin çavê wan bitirsînin.