Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin 2021-03-12 15:13:18   STENBOL -  Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku berpirsiyarên komkujiyên Gazî û Umraniyê hesab nedin û ji bo naskirina komkujiyan, hesap pirsînê û darizandina bersûcan bang hat kirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, derbarê 26’êmîn salvegera komkujiyên Gazî û Umraniyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku 23 kesan di komkujiyan de jiyaan xwe ji dest dan û 408 kes birîndar bûn.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê bên naskirin. Hesap bê pirsin û berpirsiyar bên darizandin. Komkujiyên Gazî û Umraniyê  li dijî mirovahiyê sûcin. Na be ku bê jibîrkirin. Em ji bo doza Komkujiya Umraniyê ya di 8’ê Hezîrana 2021’an de, saet 09.00 li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê bê dîtin banga tevlîbûnê li her kesî dikin.”