Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin 2021-03-12 14:36:41    ÎZMÎR - Danişîna doza beşdarên merasîma cenazeyê Dîlan Kortak hat taloqkirin.    Danişîna 18’emîn a doza kesên beşdarî merasîma cenazeyê Dîlan Kortak a di kanûna 2015’an de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin bûbûn û bi îdiaya “endamtiya û propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Îzmîrê hat lidarxistin. Bavê Dîlanê, Îbrahîm Kortak û 24 kesên din tên darizandin. Parêzerên endamên OHD’ê beşdarî danişînê bûn û parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzeran got beşdariya merasîma cenaze ne sûc e û xwestin miwekîlên wan werin beraetkirin. Dadgehê ji ber kêmasiyên dosyeyê danişînê taloqî 7’ê gulanê kir.