Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye 2021-03-12 14:15:34   STENBOL – Ji bo Newroza îsal a Stenbolê ku wê bi şîara “Em bi agirê newrozê li ber xwe bidin û bi serkevin” bê pîrozkirin serlêdan hat kirin. Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, sibê wê bi daxuyaniyekê starta Newrozê bide.    Wê îsal Newroz bi şîara “Em bi agirê newrozê li ber xwe bidin û bi serkevin” li 30 bajar û 61 navendan bê pîrozkirin. Tê payîn ku navnîşana Newroz Stenbolê Yenîkapi be. Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, ji bo Newroz li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin serî li Walîtiya Stenbolê da.    Komîteya Amedekar a Newroza Stenbolê, ji bo Newroza ku tê plankirin bi dûrişmeya “Ji bo azadiyê em agirê Newrozê geş dikin” di 20’ê adarê de bê pîrozkirin wê sibê li Otela Taksîm Hîllê ya Beyoglûyê bi daxuyaniyekê starta Newrozê bide.