Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin 2021-03-12 13:20:06 ENQERE - Endama EHB’ê Parêzer Sezîn Ûçar, di daxuyaniya OTSP’ê ya têkildarî 3 girtiyên endamên SGDF’ê yên li Girtîgeha Sîncanê dimînin da de, axivî û got: “Ji ber ku girtiyan hejmara li ser piyan qebûl nekirin, ji 19’ê Cotmeha 2020’an ve, di hucreyên yek kesî de tên girtin.”    Platforma Dengê Nemiran û Girtiyan (OTSP), derbarê endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Yucel Yavûz û endamê SGDF’ê Devrîm Taylan Eryilmaz ên li Girtîgeha Sîncanê hatin îşkencekirin û rastî binpêkirin mafên mirovan hatin de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) pêk hat.      Endamê Desteya Rêveber a ESP’ê Huseyîn Îldan, endama Desteya Rêveber a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, endamê Buroya Hiquqî ya Bindestan (EHB) Parêzer Sezîn Ûçar û endamê ÇHD’ê Parêzer Nîhat Can Koçak beşdarî civînê bûn.    Di daxuyaniyê de, Huseyîn Îldan ewil axivî û wiha got: “Hevalên me yên di 19’ê Cotmehê de hatibûn girtin, bi êrişên tecrîd îşkenceyê re rûbirû mane. Hevalên me hîna jî, di hucreyên yek kesî de dimînin. Em dixwazin ku tecrîda li ser hevalên me tavilê bê rakirin.”   Endama EHB’ê Parêzer Sezîn Ûçar, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehê de tên jiyîn û wiha got: “Yucel û Devrîm xwendekarên Zanîngeha Enqerê ne. Ji ber çalakiyên ku tevlîbûne tên darizandin. Yucel, Yavûz û Eryilmaz ji ber ku ferzkirina hejmara li ser piyan a rêveberiya girtîgehê qebûl nekirine, du hucreyên yek kesî de tên girtin. Divê girtî demildest ji hucreyan bên derxistin. Di 8’ê Nîsanê de yekemîn danişîna wan dê bê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî danişînê bibin.”    Nûray Çevîrmen jî, piştî ku Danaci, Yavûz û Eryilmaz hatin girtin xwe gihandin ÎHD’ê û wiha bilêv kir: “Hevalên me yên parêzer ew ziyaret kirin. Li ser canê wan şopên lêdanê hebûn. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Şert û mercên di girtîgehan de pir giran bûne. Em ê jî şopdarê van binpêkirinên mafan bin.”