Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da 2021-03-12 12:41:51   ŞIRNEX - Siyasetmedarê kurd Abdullah Orûç, di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.   Rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Silopiya ya Şirnexê Abdulah Orûç, beriya 10 rojan qeyrana dil derbas kiribû û ji bo tedawiyê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li Êlihê. Orûç, duh bi şev li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Orûç li goristana Taxa Ofîsê ya Silopiya hat definkirin.   Orûç ê 20 sal in di nava siyaseta kurd de têdikoşe, di partiyên weke HADEP, DEHAP, DTP û DBP’ê de rêvebertî kiriye û di gelek peywîran de cih girtî ye.