Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin 2021-03-12 10:28:56   WAN - Kuçeya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê lê ye carek din ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin.    Dorpêçkirina avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê berdewam dike. Vê sibehê polîsan carek din kuçeya Nacîbey a ku avahiya HDP’ê lê ye bi bariyeran girt. Polîs nahêlin kes bikeve kuçeyê û derkevin. Hat zanîn ku bi hêceta hin malbatên bi îdiaya “zarokên wan revandine serê çiya” dê biçin ber HDP’ê kuçe hatiye dorpêçkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Wanê di hesabê medya civakî de wiha got: “Avahiya me carek din hatiye dorpêçkirin. Ketin û derketin hatiye qedexekirin.”    Ev kuçe hefteya bihûrî roja înê ji aliyê polîsan ve bi bariyeran ketin û derketin hatibû qedexekirin.