Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in 2021-03-12 09:01:18 WAN - Ji ber deynê xwe nedane ceryana malbata Nîllî hatiye birîn. Malbat, 40 roj e bê ceryan e û li bendê ye deynê wê yî ceryanê bê dayîn.  Li Taxa Yenîmahalle ya navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê, malbata Nîllî 40 roj e bê ceryan e. Şîrketa Belavkirina Elektrîkî ya Vangoluyê (VEDAŞ), ji ber deynan ceryana malbata Nîllî biriye. Malbatê, anî ziman ku deynê ceryanê 140 hezar e û qaweta wê nagihê ku vî pereyî bide.    MA EZ Ê JI KU BÎNIM?    Yûsûf Nîllî, destnîşan kir ku 40 roj in mûmikan pê dixin û ji ber vê zarokên wî nikarin li ser dersên xwe hûr bibin. Nîllî, anî ziman ku b alîkariyên xizmên xwe debara xwe dike û got: "VEDAŞ, 140 hear deyn li me biriye. Ji ber ku min nikaribû bide, ceryana me qut kirin. Çûm gelek cihan, lê kesî aliyê min nekir. Dê û bavên min her du jî ne sax in. Rewşa me ya aborî qet nebaş e. Ez hemaltiyê dikim. Fitqoyî bûme. Lê dîsa jî ji mecbûrî dixebitim."   Nîllî, da zanîn ku rayedarên VEDAŞ'ê jê re gotine heger 40 hezarî bide dê ceryanê bera bidin û got: "Ma ez ê ev qas pere ji ku derê bînim?"   BANGAWAZΠ   Dayik Emîne Nîllî jî anî ziman ku ji ber ku ceryan tune, xwarinê li sr sobeyê çêdike û got: "Em dixwazin ceryana me berdin. Dinya germ dibe. Sibê dusibe em ê sobeyê rakirin. Îja ez ê çawa xwarinê çêbikim? Cîranên me alîkariya me dikin. Ez çûm walîtiyê, lê nexwestin me bibînin. Xaniyê em tê de ne jî, xizmên me ji me re çêkirin."