Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop 2021-03-12 09:01:12 MÊRDÎN – Baxçeyê ku qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi milyonan pere çêkiribû, niha bûye çop û çûye. Rêvebiriya qeyûm niha cardin dixwaze ji bo heman cihî milyonan xerc bike û ji bo vê projeyeke mînyaturî amade kiriye.  Wezareta Karên Navxweyî, di Îlona 2016'an de Walîyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Qeyûm Yaman, piştî ku hatibû tayinkirin, li navçeya Artûklûyê li devereke 500 metrekareyî seranserê rê baxçeyekî tîkane çêkiribû. Qeyûm beramberî çêkirina vî baxçeyê milyon û 111 hezar û 700 Tl pere dabû Şîrketa Peyzajê ya Dîgmayê. Lê ji ber ku di wexte nehatibû çêkirin hinek pereyê din jî hatibû xerckirin. Qeyûm bi giştî 2 milyon û 500 hezar TL li vî baxçeyê xerc kiribû. Lê di sala 2019'an de ji ber hezanê baxçe serobino bûbû û paşê şaredariyê ew temîr kiribû. Niha baxçe hemû hişk bûye.    BI MILYONAN PERE BÛN ÇOP    Ji bo baxçeyê navbirî bi xwe ve bê tu tişt nehatibû kirin û îhaleya ku diviyabû di dawiya Gulana 2020'î de bê kirin jî hatibû betalkirin. Hat hînbûn ku ji ber ku mifetîş hatine şaredariyê vekolane, îhale jî hatiye betalkirin. Niha li kolana sereke ya bajêr wekî çopekê li rastê maye.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mahmût Demîrtaşê ku di Hezîrana 2020'an de tayinî Şaredariyê hat kirin jî niha derbarê baxçe de dest bi projeyeke nû kiriye û mînyatura vê projeyê amade kiriye û wê bi milyonan pereyê din jî bê xerckirin.    MA / Ahmet Kanbal