Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin 2021-03-11 16:26:08    ÎZMÎR - Danişîna doza biryarê ya bersûcên di dema xwepêşandanên Kobanê de Ekrem Kaceroglû lînç kirin û kuştin, ji bo pêwendiya SEGBÎS’ê nehat kirin hat taloqkirin.   Ekrem Kaceroglû di 7’ê Cotmeha 2014’an de li navçeya Bornova ya Îzmîrê bi lînçkirinê hatibû kuştin. Danişîna biryarê doza 3 kesên (bersûcên) Kaceroglû bi lînçkirinê kuştibûn, li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Îzmîrê berdewam kir. Malbata Kaceroglû, parêzerên wî û parêzerên bersûcan beşdarî danişinî bûn. Ji bersûcan Reşît Aktaş û Kûbîlay Aktaş bi SEGBÎS’ê amade bûn lê pêwendiya Mûrat Kesgîn a SEGBÎSÊ nehat kirin. Dadgehê ji bo pêwendiya SEGBÎS’ê ya Kesgîn nehat kirin, danişîn taloqî 29’ê adarê kir.