Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-03-11 14:45:09   STENBOL - Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin di 7’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.   Berkîn Elvan ê di dema çalakiyên Geziyê de ji aliyê polisan ve hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya Goristana Ferîkoy a navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat bibîranîn. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Parlementerê CHP’ê Alî Şeker û gelek kes tevlî bîranîna ku li ser banga malbatê pêk hat bûn. Dema di ketina goristanê de polîsan ser xwîşka Ozge Elvan lêgerîn kirin û bav Samî Elvan bi gotinên “Ji serê sibê ve em tên şopandin. Wan destên xwe yên qirêj bi zarokên min nedin” bertek nîşanî polîsan da. Pişt re girse çû ser gora Elvan.   JI BO CEZA NEDIN   Parêzer Elvan Can Atalay li ser gora Elvan axivî û diyar kir ku ji bo hemû zarokên hatin qetilkirin li ba hev in û wiha got: “Di serê sibê de zarokek li nava kolanê hat kuştin. Ji derveyî yekî hêj kujer nehatine darizandin. Ji bo ku ew kujer jî ceza negire bi milyonan dek û dolaban di gerînin.”   EV DI KÎJAN PIRTÛKÊ DE HATIYE NIVÎSÎN   Piştî axaftina Atalay ji bo zarokên hatine qetilkirin rêz hat girtin. Pişt re Bav Samî Elvan jî diyar kir ku tenê ji bo Berkîn tênakoşin û wiha axivî: “Em dibêjin bila li welat wekhevî, edalet, aştî çêbibe. Kesên pêndanker li vî welatî di derfetên xweş de jiyana xwe didomînin. Zarokê 14 salî weke terorîst îlan kirin ev di kîjan pirtûkê de dinivîse.”   EM EDALETÊ DIXWAZIN   Elvan, bang li desthilatê kir û wiha got: “Ji bo kesên ku her roj heqaretê li zarokên me dikin tiştekê nakin lê dema derbarê wan de tiştekî dibêjin wan binçav dikin. Beriya 15 rojan zaroka min di nava kolanê de hat binçavkirin. Ev çî ye em ji we dikişînin? Ev çî ye ev gel ji we dikşîne? Zaroka min mafê kê xwariyê, pereye kê dizî ye? Em ji vir ji dil bang dikin, em edaletê dixwazin.”   EDALETA NEYÎ   Dayik Gulsum Elvan jî destnîşan kir ku di têkoşîna edaletê ya 7 sal in dimeşînin de bi tu awayî edalet nedîtine û wiha got: “Em li pey edaleta neyî de dibezin.” Elvan, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên têkildarî Geziyê de “Me hesaba wê pirsî em ê bipirsin” bi bîr xist û wiha axivî: “Hesaba te ev bû Recep Tayîp Erdogan? Zarokekî 14 salî. Heke wijdana te hebe ez te bi wê re rûbirû dihêlim. 7 sal in vê êşê bi min didî kişandin. Îro jî li vir dixwazî êrîşî me bikî. Êdî bes e. Ev zirara tu 18 sal in didî vî welatî li her derê ye. Heta ku ez te derxînim pêş dadgeh û nedarizînim ez qet nasekinim.”