Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan 2021-03-11 13:42:14     NAVENDA NÛÇEYAN – Li Şengalê piştî ku meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn rêveberên MXDŞ’ê, PADÊ û TAJÊ li gel rûspiyên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan. Hevdîtin dewam dike, gel jî heya bi encambûna hevdîtinê wê li Asayîşa Êzîdxanê rawestin.   Piştî gel astengiya hêzên Iraqê hilweşandin û xwe gihandin girseya nava Şengalê, bihezaran kes dijî hewldanên pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser daxwaza Tirkiyeyê dest bi meşê kirin. Di meşê de rûspî, bawermend, rêveberên Tevgera Jin, Meclîsa Xweser, PADÊ û pêkhateyên din ên Şengalê cih girtin. Bê navber bi dirûşman piştgirî dan Asayîşa Êzîdxanê û dirûşmên, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Berxwedana Dayîkan” hatin gotin.   ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’   Paşê li nêzî seytereya Iraqê Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Birahîm bi navê girseyê axivî û diyar kir ku ew ê careke din destûr nedin, Şengal bibe qurbana hesabên siyasî û ev peyam da: “Em fermanên dibin navê qanûnan de li ser xwe qebûl nakin. Eger dewleta Iraqê û cîhan bixwazin qanûnan pêkbînin, divê tenê li ser gelê Êzîdî pêkbînin.”   ‘EM NABIN QURBAN’   Heso Îbrahîm dubare da zanîn ku ew ê weke Civaka Êzîdî careke din nebin qurbanê siyasetên qirêj û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî em xwedî hêz in, xwedî sazî û meclis in, xwedî parastinin. Li vir nûnerên hemû gelên Şengalê û saziyan li vir in. Tenê alîgirên partiyek ne hatine vir. Ev niha ji bo Asayîşa Êzîdanê livirin. Eger sala 2014’an asayîşa Êzîdxanê heba, ew ferman wê pêknehatiba, dayîk û xwişkên me nedibûn qurbanî.”   DAXWAZA SEREKE   Îbrahîm di dawiya axaftina xwede daxwaza sereke ya gelê Êzîdî ku Şengal bibe herêmeke Nenavendî ragihand û ev tişt got; “Em li dijî qanûnên Iraqê nînin, li gorî qanûnên dewleta Iraqê, em jî daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me ye, li gorî qanûn Şengal bibe herêmeke Ne Navendî (La Merkezî), yanî Şengal xwe bixwe xwe birêve bibe. Li gorî destûra Iraqêye. Her wiha ji ber gelê me û jinên Êzîdî di qirkirinê re derbasbûne, ev jî mafê xweseriyê dide me.”   Piştî daxuyaniyê nûnerên MXDŞ, TAJÊ, PADÊ, li gel rûspî û bawermendên Êzîdî şandeyek hevpar li gel rayedarên Iraqê civiyan. Civîn heya niha berdewam dike. Girse jî li Asayîşa Êzîdxanê kom bûye, li benda encamê ne.