Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin 2021-03-11 13:27:27   WAN - Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a girtî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” cezayê zindanê lê were birîn.    Danişîna 5’emîn a doza Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a girtî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat lidarxistin. Yildiz bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Osmaniyê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê û rêveberên HDP’ê di danişînê de amade bûn.    ‘ŞAHIDÊN NEPEN ÎFTÎRA LI MIN KIRIN E’    Yildiz Çetîn parastina xwe kir û îfadeyên şahidên nepen ên derbarê wê de jê hatin pirsîn û wê got: “Ez bi tu awayî beyanên şahidên qebûl nakim. Beyanên wan îftîra ne. Ji bilî mevzuata yasayî min tu tiştek nekiriye. 17 meh in ez ji welatê xwe dûr girtî me. Divê di dosyeyê de delîlên şênber esas werin girtin. Ez daxwaza berdana xwe dikim.”    Parêzeran jî parastina miwekîla xwe kirin û xwestin were berdan.    Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê zindanê li Çetîn were birîn. Parêzeran li dijî biryara dozger dem xwestin.    Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 15’ê nîsanê kir.