Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin 2021-03-11 13:13:37   AMED – Di danişîna doza Parlamentera HDP’ê Huda Kaya de daxwaza rawestandina darizandina wê hat redkirin û danişînê taloq bû.    Danişîna doza ku ji ber parvekirinên li ser medya civakî yên dema bûyerên Kobanê û çalakiyên ku beşdar bûye bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kaya tevlî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî li danişînê amade bû.    PARASTINA PARÊZER   Parêzer Çelebî di danişînê de parastina muwekîla xwe kir û bi bîrxistina biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû de ji ber parlamenteriyê daxwaza rawestandina darizandina muwekîla xwe kir. Dozger, daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û daxwaza ji bo rawestandina darizandina Kaya bê redkirin.    BIRYARA DADGEHÊ   Dadgehê, ji ber tekîldarîbûna hev a dosya Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ku li dijî Kaya hatiye destpêkirin û dosya ku têde tê darizandin, biryar da ku li benda encama dosya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bê rawestandin û daxwaza rawestandina darizandinê ya parêzeran jî red kir û danişînê taloqî 8’ê tîrmehê kir.    DAXUYANIYA PARÊZER   Parêzer Çelebî, piştî danişînê daxuyanî da û diyar kir ku rewşa muwekîla wî ya Berberoglû ji hev ne cuda ye lê dadgehê daxwaza wan a rawestandina darizandinê qebûl nekiriye û ev li dijî Destûra Bingehîn e.