Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin 2021-03-11 13:13:05   STENBOL - 12 jinên ku bi hêceta tevlî Meşa Şev a Femînîst bibûn û hatibûn binçavkirin derxistin edliyeyê. Berzkirina dirûşmên “Tayîb bireve bireve jin tên” û “Xwe hilavêje kesê xwe ne hilavêje Tayîb e” bûn mijara sûc hesibandinê.   Li Stenbolê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de 19’emîn Meşa Şev a Femînîst hatibû lidarxistin. 12 jinên ku ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komîteya Jin a Stenbolê, Rizgariya Jinan û Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) pêk dihat bi hêceta “Heqaret li Serokkomar kirine” duh êvarê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin.   ‘XWE HILAVÊTIN’ SÛC HAT HESIBANDIN   Di îfadeyên jinan ku li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hat girtin de dirûşmên “Tayîb bireve bireve jin tên” û “Xwe hilavêje kesê xwe ne hilavêje Tayîb e” wek sûc hat hesaibandinê. Di girtekên îfadeyan de hat diyar kirin ku ji ber jin bi rûpoş bûne, kesên dirûşm berzkirine nehatine diyarkirin. Derket holê ku kesên li gor rîtmê xwe hilavêtine hatine tespîtkirin û wisa hatine binçavkirin. Jinên ku îfadeyên wan li Miduriyeta Polîsan xelas bû, derxistin Edliyeya Çaglayanê.    JIN LI PÊŞ EDLIYEYÊ NE   Li aliyê din gelek jin ji bo piştevaniya jinên binçavkirî li ber edliyê kom bûn.    JI WALITIYÊ DAXUYANÎ   Walitiya Stenbolê derbarê mijdarê de diyar kir ku bi talimata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê polîsan di 10’ê adarê de kesek temen biçûk jî di nav de 13 kes binçavkirine û derbarê mijarê de lêpirsîn berdewam dike.   Navê 10 jinên hatine binçavkirin wiha ne: Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever, Endama MYK’ê ya HDP’ê Îlknûr Bîrol, endamên Komîteya Jinan Devrîm Çapar, Merve Bektaş, Zeynep Çakir, Ebrû Sert, endamên Rizgariya Jinan Sedef Ozer, Îlayda Cantaş, endamên SYKP’ê Pelîn Şahîn û Nîmet Tanrikûlû.