Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome 2021-03-11 11:25:11 STENBOL - Şahidê Komkujiya Gaziyê ku 26 sal in faîlên wê dernakevin holê Nevzat Altûn got: "Dewleta te, te dikuje." Parêzer Gulîzar Tûncer jî bal kişand ser komkujiyên Pirsûs û Gara Enqereyê.  Li Taxa Gaziya Stenbolê ku zêdetir welatiyên elewî lê dijîn di 12’ê Adara 1995’an de 5 qehwexane û pastexaneyek ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi awayekî hemwext gule li wan barandibû. Di êrişê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Bûyerên ku sê rojan dom kirin pişt re belavî Taxa Mûstafa Kemal (1 Gulan) a navçeya Umraniyeyê bû. Di encama êrişkirina polîsan a çalakiyên şermezarkirinê yên di vê taxê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.    TENÊ LI 2 POLÎSAN CEZA HAT BIRÎN   Serdozgeriya Komarê ya Eyupê têkildarî bûyerên li Taxa Gaziyê qewimîn derbarê 20 polîsan de bi idiaya “Bi sînorê parastin û neçariyê derbaskirinê bi awayekî ku kiryarê wê ne diyar mirov kuştin” li Dadgeha Cezayê Giran a Eyubê doz vekir. Pişt re ji ber idiaya ewlehiya giştî nayê pêkanîn doz birin Trabzonê. Pêvajoya darizandinê ya di 11’ê îlona 1995’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê dest pê kir. Di nava 5 salan de 31 danişîn hatin kirin û 3’yê adara 2000’an de bîryar hat dayîn. Ji 20 polîsên ku tên darizandin 18’an beraet kir, ji 2 polîsan re jî bi giştî 6 sal û 8 meh cezayê hefsê hat dayîn.    DMME'YÊ TIRKIYÊ MEHKUM KIR   Dadgeha Bilind ev biryara ku ji dadgehê derket, di 11’ê tîrmeha 2002’an de pejirand. Li ser vê yekê 22 kesên ku xizmên xwe winda kirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.    Dadgehê di biryara xwe ya di 27’ê tîrmehê de eşkera kir de ji ber Tirkiye derveyî xala 2’an a “Mafê Jiyanê” û xala 13’an a “Girtina rêkên serlêdana meqamên netewî” ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tevgeriyaye, ji malbatên 12 kesên li Taxa Gaziyê û 5 kesên li navçeya Umraniyeyê hatin kuştin re hikmê cuda cuda 30 hezar euro tazmînat hat dayîn. Dadgehê bi vî awayî hikum da ku Tirkiye bi giştî 510 hezar euro tazmînatê bide malbatan.    JI NÛVE DARIZANDIN   Li gel biryara ji DMME’yê derket parêzeran têkildarî êrişa Umraniyê bi daxwaza lêpirsîn were vekirin ji nû ve serî li Serdozgeriya Umraniyeyê da. Piştî ku dosya 10 salan hat sekinandin, di sala 2015’an de hêj 5 roj demboriyê re mabû bi guhertina dozger dosya hat qebûlkirin. Lê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolû ya Stenbolê ji ber dema dosyayê borî ye biryara xistina dosyayê da.   DAXWAZA EDALETÊ YA LI SALAN BELAV BÛ    Dadgeha Bilind a serlêdana temyizê da, diyar kir ku ne dîroka dadgehê îdeaname qebûl kir divê dîroka hatibe amade kirin esas bê girtin. Dadgeha Bilind hikum da ku dema dosyayê neboriye û biryar xera kir. Li ser vê biryarê pêvajoya dozê ya ku danişîna wê ya ewil di 14’ê kanûna 2018’an de dest pê kir hêj didome. Doza ku danişînên wê 5-6 mehan carekê tên dîtin, danîşîna wê ya li dû di 8’ê hezîrana 2021’an de were dîtin.  Parêzera ji Doza Komkujiya Gaziyê Gulîzar Tûncer, rewşa pêvajoya darazê ya ku ji komkujiyê heta îro pê re rûbirû man nirxand.   'DEWLET BERPIRSIYAR E'    Tûncer bi bîr xist ku di bûyerên Taxa Gazî û Umraniyeyê de 27 kesan jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku di encama doza hatiye vekirin de tenê polîsên bi navê Mehmet Gundogan û Adem Albayrak ên bi wêneyan teşhîs kirin ceza girtine. Tuncer da zanîn ku cezayê dane polîsan jî hatiye taloqkirin û wiha got: “Li ser Doza Gaziyê politikaya bê cezatiyê rû da. Li Umraniyeyê jî di serî de qet doz nehat vekirin û biryara neşopandinê hatibû dayîn. Pişt re me serî li DMME’yê da. DMME’yê derbarê bûyeran de Tirkiye mehkûm kir. Niha tenê dosyaya ku berdewam dike ya Umraniyeyê ye.” Tûncer, bi lêv kir ku li gel ser bûyeran de sal derbas bûn jî hêj sûcdaran ceza negirtî ye û wiha berdewam kir: “Nagihin polîsan, xwe bigihînin jî bi talîmatan îfadeyê wan digirin. Wekî din jî daxwaza me ewe ku di serî de Serokwezîr, Wezîrê Karên Navxweyî, Waliyê Stenbolê, Midurê Polîsan kesên ji vê bûyerê berpirsyar bên darizandin û ceza bigirin. Lê li Tirkiyeyê tişteke wisa ne gengaz e. Ji ber ku dewlet di vê mijarê de sûcdar e."    KEVNEŞOPIYA KOMKUJÎ Û BÊCEZATIYÊ   Tûncer destnîşan kir ku Midurê Giştî yê Polîsan Hanefî Avci yê wê demê îtîraf kir ku komkujî bi destê dewletê pêk hatiye û gotinên wî yên “Bûyerên Gaziyê êrişeke kontrgerîla ye” bi bîr xist. Tuncer anî ziman ku bi ceza nedayîna berpirsyarên komkujiyê pêşiya komkujiyên nû tê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê yên bi destê dewletê pêk hatine de jî polîtîkaya bê cezatiyê dibînin. Komkujî didomin. Ev rewş ne tenê biryarên darazê biryarên kesen serê dewletê ne. Ji ber ku hişmendiya desthilatê nayê guhertin. Ji bo ku hilbijartinan qezenç bikin bombeyan diteqînin. Komkujî sûcê mirovahiyê ne.”   ‘DEWLETÊ WELATIYÊN XWE KUŞTIN’   Nevzat Altûn ê şahidê Komkujiya Gaziyê û muxtarê taxê yê wê demê jî destnîşan kir ku ji ber Gazî taxeke çepgir û şoreşger bû hêzên ewlehiyê tax kir armanc. Altûn bi bîr xist ku welatî dema li kargeh û li malên xwe bûn bi gulebarandinê hatin kuştin û wiha got: “Dewlet mecbûre ewlehiya me bigire. Di bûyerên Gaziyê de mirov weke tişten nebûyî li dijî dewletê derneketin. Hêzên ewlehiyê ewlehiya mirovan ne girtin, dema peywîra dikir welatî hatin kuştin. Dewleta te te dikuje. Hişmendiyeke wisa dibe ku hebe? Hêj jî sûcdar derneketine holê.”   ‘BERPIRSYAR NEHATIN CEZAKIRIN’   Altûn diyar kir ku kesên komkujiyên wisa dike her tim li cem wan dimîne û wiha axivî: “Em vê yekê naxwazin. Mirov dixwazin bi wan re rûbirû bimînin. Ji ber bi komkujiyên wisa re rûbirû namînin dewlet bi fikar li dewletê dinerin. Em naxwazin bi fikar lê binêrin. Esas xwediyê vî welatî sosyalîst û şoreşger in. Em xwe xwediyê vî welatî yên esas dibînin.”   MA / Kadîr Guney