Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin 2021-03-11 10:02:28 ÎZMÎR - Dîlan Kortak di serdegirtina malê de hatibû kuştin. Bavê wê Îbrahîm Kortak ji ber merasîma keça xwe tê zarizandin û got: “Ji ber ez xwedî li cenazeyê keça xwe derketim têm darizandin.”  Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di 3’yê kanûna 2015’an de polîsan bi ser mala Dîlan Kortak de girt û ew kuştibûn. Bavê Dîlanê, Îbrahîm Kortak bi hêceta di merasîma cenazeyê keça xwe de “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û tê darizandin. Danişîna doza Îbrahîm Kortak sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Îzmîrê tê lidarxistin.    WÊ JI DIBISTANÊ DIAVÊJIN    Îbrahîm Kortak bi bîr xist ku ew di salên 1990'î de ji gundê Bertî ya girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê koçî Îzmîrê kirine û tevî her zehmetiyan jî wî zarokên xwe mezin kiriye. Kortak anî ziman ku keça wî Dîlan li dibistanê kesek pir serkeftî bû û rojek li dibistana lîseyê mamosteyê wê belavokên ji bo kampanya îmzeyan a azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çenteyê wê de dîtiye û ji ber vê wê xistine ber lêpirsînê û wê ji dibistanê dûr kirine. Kortak got ji ber vê yekê keça wî jî dibistan red kir û dev jê berda.    ‘HURMET NÎŞANÎ CENAZE NEDAN’    Kortak destnîşan kir ku roja merasîma cenazeyê keça wî polîsan goristana Bornovayê dorpêç kiribû û got: “Keça min ji nav me birin. Ji merasîma cenazeyê keça min re jî rêz negirtin. Doz li gelek kesên beşdarî merasîmê bûne hatiye vekirin. Kîjan bav xwedî li cenazeyê keça xwe dernakeve? Ez wek bavê wê helbet ez ê xwedî li keça xwe derkevim. Kujeran nadarizînin û naynin eywana dadheê lê min didarizînin. Em dibêjin vê zilma li me kurdan tê kirin bila bidawî bibe. Em naxwazin kes bigirî. Bila hurmet nîşanî cenazeyê me bidin. Ev tişt hemû şerma mezin e. Bila her kes bi awayek wekhev û azad bijî û ev xwîn were sekinandin.”   AYM BIRYAR DA    Derbarê wan polîsên ku Dîlan Kortak kuştibûn de ji sûcê “kuştina bi qestî” gilî hatibû kirin lê dadgehê pêwîstî bi dozvekirinê nedît û gilîkirinê bi dawî kir. Tevî hemû serlêdanên parêzerê malbatê jî lê daxwaza darizandina polîsan hat redkirin. Parêzeran dozê veguhezand Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Di sibata 2020’an de AYM’ê bûyerê wek binpêkirina mafê jiyanê nirxand û biryara darizandina bersûcan a ji nûve da.